TBMM
Parlamenterên Îstanbûlê Sebahat Tûncel, Sirri Sureyya Onder, Levent Tuzel û Ertugrul Kûrkçû yên ku ji BDPyê îsîfa kiribûn derbasî HDPê bûn û bi vî awayî li meclîsê hejmara partiyan derket 5an.
Seroka Giştî ya HDPê û Parlementera Îstanbulê Sebahat Tûncel daxuyanî da AAyê. Tûncelê diyar kir ku îro ew, Alîkarê Serokê Giştî yê HDPê Ertugrul Kûrkçû, parlamenterên Îstanbulê Sirri Sureyya Onder û Levent Tuzel bi hev re çûn ziyareta Serokê TBMMyê Cemîl Çîçek û der barê derbasbûyina HDPê de daxwaznameyên xwe pêşkeşî Çîçek kirin.
Tûncel wiha got: "Li meclîsê em bûne xwedî partiyeke nû, li ser xêrê be." Tûncelê got ku Cemîl Çîçek diyar kir ku ew dê ji bo partiya wan li meclîsê odeyekî amade bike.