MARDIN
Seroka Şaredariya Nûsaybînê Ayşe Gokhan li Mardînê ji bo ku çêkirina dîwarê ewlehiyê ya ku tê plankirin li sînorê Suriyêyê bê çêkirin, bê seknandin çalakiya rûniştinê û greva birçîbûnê didomîne.
Şaredar Ayşe Gokkan pêr hate taxa Yeşîlkenta li ber sînorê Sûriyeyê û ji bo xebatên dîwarê bê sekinandin, di saet 15.00an de bi tena serê xwe dest bi çalakiya runiştinê kir. Duh ji serê sibê pê ve jî dest bi greva birçîbûnê kir. Leşkerên ku li ber sînor wezîfeya xwe dikin û tîmên Midûriyeta Ewlekariyê yên Nûsaybînê tedbîrên ewlekariyê zêde kirin.
Gokhanê hin caran bi hesinê di destê xwe de li têlên sînor xist û hat dîtin ku dixwaze wan têlan ji holê rake.
Leşkeran ji serê sibê pê ve pîneyeke 120 mêtro dirêj û 2 mêtro jî bilind di navbera Gokhanê û dîwar de bilind kirin, lê xebatên çêkirina dîwêr dewam dikin.
Serokê Şaxa Mardînê yê Komeleya Mafên Mirovan Erdal Kuzu û Serokbajarê Mardînê yê BDPyê Reşat Kaymaz xwestin ku herin li cem Gokhanê. Lê hêzên ewlehiyê ji ber ku mayîn li wir hene destûr nedan ku ew derbasî li wir bibin.