Ferizat Kaya
09 Gulan 2017•Rojanekirin: 09 Gulan 2017
ANKARA
Hat ragihandin ku şandeya ji Sererkan Orgeneral Hulusî Akar, Misteşarê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Hakan Fîdan û Berdevkê Serkomariyê Balyoz Îbrahîm Kalin pêk dihat, duh bi şanda ku Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Trump Korgeneral Herbert Raymond McMaster serokatiya wê kir ra hevdîtinek kir.
Di hevdîtinê da geşedanên li Suriye û Iraq, tekoşîna bi terorê re, têkiliyên dualî û mijarên ewlehiyê yên din hatin nirxandin.
Li gorî daxuyaniya ku Serokatiya Sererkaniyê da Ajansa Anadoluyê, Şandeya ku ji Sererkan Orgeneral Hulusî Akar, Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan û Berdevkê Serkomariyê Îbrahîm Kalin pêk dihat, duh bi şanda ku Korgeneral McMaster serokatiya wê kir ra hevdîtinek kir.