LHBê îtirazên ji bo betalkirina hilbijartina Stenbolê red kir
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) îtirazên CHP û ÎYÎ Partiyê ya ji bo hilbijartina Stenbolê ku bitemamî were betalkirin red kir.
Ankara
ANKARA
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) îtirazên CHP û ÎYÎ Partiyê ya ji bo hilbijartina Stenbolê ku bitemamî were betalkirin red kir.
CHPê li ser biryara betalkirina hilbijartina herêmî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ku ya hemû navçeyan bitemamî were betalkirin serî li LHBê dabû.
CHPê ji bilî Stenbolê ji bo hilbijartinên Serokamariyê û parlamenteriyê ya heyama 27emînê jî ku bê betalkirin îtiraz kiribû. Heman îtiraz ji hêla ÎYÎ Partiyê jî hatibûn kirin.
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) îro hevdîtinek kir û biryar da.
LHBê hemû îtirazên CHP û IYI Partiyê yên ji bo hilbijartinan red kirin.