Polîtîka

Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê civîna xwe ya 8emîn kir

Ali Kemal Akan  | 12.09.2025 - Rojanekırın : 12.09.2025
Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê civîna xwe ya 8emîn kir

TBMM

Serokê TBMMyê Numan Kurtulmuş got ku "Di destê me da firsendek heye. Em ê vê firsendê di demek kurt da bêyî ku destûr bidin ku hin provokasyon van heba bikin û bi ûslubeke ku ji hêla aliyê mezin ê civakê va bê qebûlkirin temam bikin yan jî Xwedê neke dê vê firsenda dîrokî heba bikin."

Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku di çarçoveya hedefa "Tirkiyeya Bêteror" da li TBMMyê hat avakirin di civîna 8emîn a ku li Hêwana Merasimê ya TBMMyê hat lidarxistin da guh da nûnerên sendîkayan. Di civînê da pişt ra mafê axaftinê dan parlamenteran.

Piştî axaftinan Serokê TBMMyê Kurtulmuş nirxandin kirin û behs kir ku li ser daxwaza endamên komîsyonê kesên ku dê bên guhdarkirin dawetî komîsyonê kirin.

Kurtulmuş da zanîn ku kesên hatin vexwendin di axaftinên xwe da behsa emperyalîzmê, polîtîkayên emperyalîzmê yên li herêmê, zirarên ku dê emperyalîzm bide Tirkiyeyê û gelên herêmê kirin û axaftina xwe wiha domand:

"Hûn dizanin ku ev emperyalîst kî ne. Em ji vê bawer bin; Gelekî ji AKPyiyan hez dikin lê ji CHPyiyan hez nakin nîne yan jî bereksê wê jî nîne. Ji DEM partiyiyan gelekî hez dikin lê ji MHPyiyan hez nakin nîne. Bawer bikin ku ji Tirkan jî, ji Kurdan jî, ji Ereban jî, ji suniyan jî ji Elewiyan jî ji durziyan jî nefret dikin. Ji gelê herêmê kî hebe...Lewr divê ev yek bê dîtin. Firsendeke dîrokî derket pêşberî me. Paşxaneya siyasî ya hevalên me yên ku vir axivîn ji hev cuda ne. Lê min bi kêfxweşî dît ku hemû haj bi vê lîstika emperyalîst hene. Niha hêza me heye ku em vê lîstikê xira bikin. Di destê me da firsendek heye. Em ê vê firsendê di demek kurt da bêyî ku destûr bidin ku hin provokasyon van heba bikin û bi ûslubeke ku ji hêla aliyê mezin ê civakê va bê qebûlkirin temam bikin yan jî Xwedê neke dê vê firsenda dîrokî heba bikin."

Serokê Giştî yê Memûr-Senê Alî Yalçin, Serokê Giştî yê Kamu-Sena Tirkiyeyê Onder Kahvecî, Hevserokên KESKê Ayfer Koçak û Ahmet Karagoz, Alîkarê Serokê Giştî yê TURK-ÎŞê Ramazan Agar, Serokê Giştî yê HAK-ÎŞê Mahmut Arslan, Seroka Giştî yê DÎSKê Arzu Çerkezoglu beşdarî civînê bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.