Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê bi serokatiya Serokê Meclisê Kurtulmuş civiya

TBMM
Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê bi serokatiya Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş civiya.
Civîna 14emîn a Komîsyonê li Salona Merasimê ya Meclisê tê kirin û di rûniştina ewil a civînê da nûnerên Komeleya Efserên Teqawud a Tirkiyeyê (TESUD), Komeleya Binefserên Teqawud a Tirkiyeyê (TEMAD), Komeleya Cendirmeyên Pispor ên Teqawud (EMUJAD) û Komeleya Erbaşên Pispor ên Teqawud a Tirkiyeyê (TEMUD) wê werin guhdarkirin.
Di rûniştina duyemîn da jî Komîsyon wê nûnerên Komeleya Malbatên ku Eqrebayên Wan di Hêlana Medeniyetan da Mirine û Piştevanî, Yekîtî û Çandê (MEBYA-DER), Komeleya Demokrasî û Yekîtiyê (DEMBÎRDER), Komeleya Polîtîkaya Sazûmaniyê û Xebatên Demokrasiyê (PODEM), Komeleya Înîsiyatîfa Maf, Weqfa Aştiyê û Komeleya Mitabaqata Civakî (TMD) guhdar bike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.