Polîtîka

Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê bi serokatiya Serokê Meclisê Kurtulmuş civiya

Ali Kemal Akan  | 24.09.2025 - Rojanekırın : 25.09.2025
Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê bi serokatiya Serokê Meclisê Kurtulmuş civiya

TBMM

 Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş daxuyand ku axaftina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li New Yorkê ya der barê doza Filistînê da dîrokî ye û wiha got: "Wek Meclis em helwesta Serokê Dewleta Komara Tirkiyeyê Birêz Serokomarê me ya herdu rûniştinan da nîşan da gelekî girîng dihesibînin û ez dixwazim careke din bibêjim ku em heta dawiyê piştgiriyê didin wî."

Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku li gor armanca "Tirkiyeya Bêteror" li Meclisê hat avakirin, bi serokatiya Kurtulmuş civiya.

Serokê Meclisê Kurtulmuş daxuyand ku heta niha di civînên komîsyonê da 80 kes hatine guhdarîkirin, ji 50 saetan zêdetir xebat hatine kirin, bi qasî 830 rûpel qeyd hatine girtin û di 11 civînan da jî mizakereyên pir baş hatine kirin.

Kurtulmuş daxuyand ku axaftina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li New Yorkê ya der barê doza Filistînê da dîrokî ye û wiha dewam kir: "Wek Meclis em helwesta Serokê Dewleta Komara Tirkiyeyê Birêz Serokomarê me ya herdu rûniştinan da nîşan da gelekî girîng dihesibînin û ez dixwazim careke din bibêjim ku em heta dawiyê piştgiriyê didin wî."

Der barê welatên ku Dewleta Filistînê nas kirî da jî Kurtulmuş wiha axivî: "Li ser navê Meclîsê ya ku wekî navenda îradeya neteweyî ya li Tirkiyeyê ye, ez ji dil û can meclis û hikûmetên welatên ku ev biryar dane pîroz dikim. Ev gaveke girîng e."

Di komîsyonê da piştî axaftina Kurtulmuş guhdarîkirina nûnerên navenda lêkolînan û saziyên fikr û ramanê dest pê kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.