Polîtîka

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê guh da Wezîr Fîdan û Wezîr Tunç

- Di beşa ewil a civîna komîsyonê ya îro da Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan di beşa duyemîn da jî Wezîrê Edaletê Yilma Tunç agahî dan û pirsên parlamenteran bersivand

İsa Toprak  | 30.10.2025 - Rojanekırın : 30.10.2025
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê guh da Wezîr Fîdan û Wezîr Tunç

TBMM

Di beşa ewil a 16emîn civîna Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê da Wezîr Karên Derva hakan Fîdan, di beşa duyemîn da jî Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç agahî dan û pirsên parlamenteran bersivand.

Di daxuyaniya Serokatiya TBMMyê da hat bibîrxistin ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku di çarçoveya hedefa "Tirkiyeya Bêteror" da li Meclisê hat avakirin bi serokatiya Serokê TBMMê Numan Kurtulmuş li Hêwana Merasimê ya TBMMyê civiya.

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku civîna 16emîn a komîsyonê di encama dengdayîna ku piştî axaftina vekirinê ya Kurtulmuşê hat kirin girtî berdewam kir û hat gotin ku "Di beşa ewil a civînê da Wezîr Karên Derva hakan Fîdan, di beşa duyemîn da jî Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç agahî dan û pirsên parlamenteran bersivand.

Ji hêla din va Serokê Meclisa Mezin a Gel a Tirkiyeyê (TBMM) Numan Kurtulmuş jî got, "Komîsyon piştî ku hat tespîtkirin rêxistinê xwe tesfiye kiriye, wê çarçoveya ku gavên wê werin avêtin diyar dike, pêşkêşî Lijneya Giştî ya Meclisa Mezin a Gel a Tirkiyeyê bike."

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ji bo armanca "Tirkiyeya Bêteror" hatiye damezirandin, bi serokatiya Serokê TBMMyê Numan Kurtulmuş civiya.

Kurtulmuş di destpêka civîna 16em a komîsyonê ya li Hola Merasimê ya TBMMyê da diyar kir ku komîsyon êdî hêdî hêdî derbasî qonaxa amadekirina rapora dawîn dibe.

Kurtulmuş bal kişand ku komîsyonê li ser navê gel ketiye bin peywireke dîrokî û di civînan da heta niha nûnerên bi qasî 130 saziyên civaka sivîl û rîspî hatin guharîkirin û her wiha di komîsyonê da pêvajoya mizakereyeke berfireh hat meşandin ku wergirtina biryaran a bi awayekî lihevkirî jî nîşaneya vê prensîbê ye.

Serokê TBMMyê Kurtulmuş wiha dewam kir:

"Bi daxuyaniyên ji Îmraliyê va daxuyaniya xwetesfiyekirina rêxistinê û bidawîkirina fealiyetên rêxistinî yên hemû baskan, nexasim tevî daxuyaniyên di 26ê Cotmehê da derbasî qonaxeke nû bûye û bi qenaeta min şêmîkeke giring hat borandin. Piştî ku hat tespîtkirin rêxistinê hebûnên xwe yên li qadê tesfiye kirine, û ev yek ji hêla dezgehên ewlekariyê yên welatê me ku bê tesbîtkirin û pesendkirin, Meclisa Mezin a Gel a Tirkiyeyê dê verastkirinên qanûnî yên ji bo vê pêvajoyê pêwîst in, pêk bîne. Peywira komîsyonê ya li vir ne yek bi yek amadekirina deqên qanûnî lê ew yek e ku çarçoveya giştî amade bike û bişîne Lijneya Giştî ya Meclisa Mezin a Gel a Tirkiyeyê."

Kurtulmuş her wisa da bibîrxistin ku Wezîrê Karên Derva Hakan Fidan û Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç dê îro zanyariyan bidin komîsyonê û dê pirsan bibersivînin.

Piştî axaftina Kurtulmuş, dengdayîn hat kirin û li gorî encama dengdayînê, civînê ji çapemeniyê ra girtî dewam kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.