Komîsyona Hevgirtin, Biratî û Demokrasiyê ya Neteweyî ya TBMMê civiya
TBMM
Komîsyona Hevgirtin, Biratî û Demokrasiyê ya Neteweyî ya ku di çarçoveya armanca "Tirkiyeya Bêteror" da li TBMMyê hat avakirin bi serokatiya Serokê TBMMyê Numan Kurtulmuş civiya.
Kurtulmuş di axaftina civîna 18emîn a ku li Hêwana Merasimê ya TBMMyê hat kirin da axivî û got ku bi xebatên tîtîz û hewldar ên ji 5ê tebaxê vir va tên kirin derfeta wan çêbû ku di 17 rûniştinan da hemû alî, rîspiyên li Tirkiyeyê yên ku der barê mijarê da nêrîna wan heye bên guhdarîkirin.
Serokê TBMMyê Numan Kurtulmuş piştî axaftina xwe mafê axaftinê da endamên komîsyonê.
Piştî axaftinên nûnerên komîsyonên partiyan li komîsyonê dengdayîn hat kirin û biryar hat dayîn ku civîna 18emîn girtî berdewam bike. Serokê TBMMyê Numan Kurtulmuş navber da civînê.
Ji hêla din va endamên komîsyonê yên CHPyî yên ku di navberê da ji hêwanê derketin venegeriyan hêwanê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
