Polîtîka

Ji Tirkiyeyê bo Fransayê şermezariya qaşo PYD/YPGye dûvika rêxistina terorê li Sûriyeyê

"Em hevdîtina Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron a digel mensûbên qaşo 'Konseya Demokratîk a Sûriyeyê' ya girêdayî PYD/YPGya şaxa PKKya rêxistina terorê ya li Sûriyeyê, şermezar dikin"

Mehmet Şah Yılmaz  | 20.07.2021 - Rojanekırın : 21.07.2021
Ji Tirkiyeyê bo Fransayê şermezariya qaşo PYD/YPGye dûvika rêxistina terorê li Sûriyeyê

Ankara

Berdevkê Wezareta Karên Derva Balyoz Tanju Bilgiç, hevdîtina Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron a digel mensûbên qaşo 'Konseya Demokratîk a Sûriyeyê' ya girêdayî PYD/YPGya şaxa PKKya rêxistina terorê ya li Sûriyeyê, şermezar kir.

Bilgiç di bersiva nivîskî ya ji bo pirsa li ser mijarê da wiha got, "Em hevdîtina Macron a digel mensûbên qaşo 'Konseya Demokratîk a Sûriyeyê' ya girêdayî PYD/YPGya şaxa PKKya rêxistina terorê ya li Sûriyeyê, şermezar dikin."

Bilgiç bal kişand, peywendiya ku Fransa digel hemû bangewaziyên Tirkiyeyê bi rêxistina terorê û dûvikên wê ra didomîne, zirarê dide ewlekariya neteweyî ya Tirkiyeyê, yekîtiya siyasî û ya axê ya Sûriyeyê û her wiha îstiqrara herêmê.

Bilgiç diyar kir ku ew, wan rastiyan bi raya giştî ya Fransayê û ya navneteweyî didin bibîrxistin ku rêxistina navborî van dawiyan bi awayekî bi xwînî midaxeleyî çalakiyên aştiyane yên ciwanên naxwazin tevlî rêxistinê bibin dike, mîna Nexweşxaneya Efrînê hedefên sivîl bombebaran dike, zarok jî di navê da êrîşî sivîlên Sûriyeyî dike, girtiyan bi êşkenceyê dikuje û wiha got, "Em careke din dubare dikin ku Tirkiye dê têkoşîna xwe ya dijî vê rêxistinê û dûvikên wê li her derî bibiryardarî bidomîne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın