Polîtîka

Ji Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî der barê 13 sivîlên li Garayê hatin şehîdkirin da daxuyanî

"Ez wisa bawer dikim ku qetlîama şikeftê ji bo PKKya rêxistina terorê û piştgiriyên wê hesabê bidin biryarek e, kêliyeke qederê ye."

14.02.2021 - Rojanekırın : 15.02.2021
Ji Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî der barê 13 sivîlên li Garayê hatin şehîdkirin da daxuyanî

Ankara

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî der barê 13 sivîlên li Garayê hatin şehîdkirin da wiha got: " Her kî hewl bide xayînên gule berdane serê bêgunehan baş nîşan bide û piştgiriyê bide wan, bila bizanibe ku ew jî beşdarî van kuştinan bûye û terorîst e."

Bahçelî li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyand ji bo terorîst bên berterefkirin di 10ê Sibatê da Herekata Pencik Qertel-2yê hat destpêkirin û eskerên Tirk ên qehreman vegeriyan.

Bahçelî got ew Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, heyeta fermandaran û eskerên qehreman ên beşdarî vê operasyonê bûne pîroz dike.

Di peyama xwe da Bahçelî ji bo esker û sivîlên şehîd bûne got rehma Xwedê li wan be, ser saxî da û wiha got: "Ez wisa bawer dikim ku qetlîama şikeftê ji bo PKKya rêxistina terorê û piştgiriyên wê hesabê bidin biryarek e, kêliyeke qederê ye. Ji vir pê va êdî tiştek wê wek berê nebe, tu kesek wê xwe li pişt tiştên hatine jiberkirin xwe veneşêre. Her kî hewl bide xayînên gule berdane serê bêgunehan baş nîşan bide û piştgiriyê bide wan, bila bizanibe ku ew jî beşdarî van kuştinan bûye û terorîst e. Her kes divê aliyê xwe eşkere bike, an xiyanet, an melanet an jî gel."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.