Ji Serokê Amerîkayê Biden daxuyaniya li ser firotina F-16an a ji bo Tirkiyeyê
Ankara
Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku firotina balafirên F-16an a ji bo Tirkiyeyê di berjewendiya wan da ye.
Serokê Amerîkayê Biden di dawiya Zîrweya NATOyê da ku li paytextê Îspanyayê Madrîdê hat lidarxistin da civîna çapemeniyê li dar xist û wiha got, "Divê em balafirên F-16 bifiroşin Tirkiyeyê û modernîze bikin. Bereksê vê ne li gorî berjewendiya me ye."
Ji Biden hat pirsîn ku gelo wî der heqê firotina balafirên F-16an a ji bo Tirkiyeyê soz da Serokomar Recep Tayyip Erdogan an na û wî jî wiha bersiv da:
"Tişta ku min jê ra (Serokomar Erdogan) got, heman tişt ku bû ku min di meha berfanbarê da gotibû. Divê em balafirên F-16an bifiroşin Tirkiyeyê û wan modernîze bikin. Bereksê vê ne li gorî berjewendiya me ye. Di vê mijarê da divê em pejirandina Kongreyê werbigirin û bi min em dikarin vê werbigirin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.