Polîtîka

Ji Serokomar Erdogan dîplomasiya ji bo Îranê

Kaan Bozdoğan  | 02.03.2026 - Rojanekırın : 02.03.2026
Ji Serokomar Erdogan dîplomasiya ji bo Îranê

Istanbul

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê geşedanên têkildarî êrîşên Îsraîl û Amerîkayê yên li dijî Îranê û bersivdayîna Îranê da bi hemtayên xwe yên Amerîka, Qeter, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban (Îmarat), Erebistana Siûdî û Kuweytê û her wiha bi Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyenê ra bi telefonê axivî.

Di axaftina Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump da rewşa dawî ya li Îranê û welatên Kendavê û geşedanên rojane hatin gotûbêjkirin.

Erdoganê ku her wiha bi Mîrê Qeterê Şêx Temîm bîn Hemed El Sanî ra axivî, ji ber êrîşên ku li dijî Qeterê hatin kirin got ku derbasî be û der barê rewşa dawîn a li welêt da jî agahî hilda.

Serokomar Erdogan dema bi Serokê Dewleta Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban (Îmarat) Şêx Mihemed bîn Zayed Al Nahyan ra bi telefonê axivî, ji ber êrîşên dijî Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban xemgîniya xwe anî ziman.

Di axaftinê da rewşa dawîn a li herêmê hat gotûbêjkirin.

Di axaftina xwe ya bi Mîrzayê Welîehd ê Erebistana Siûdî Mihemed bîn Selman da Erdogan ji ber êrîşên li ser Erebistana Siûdî got ku derbasî be û rewşa dawîn nirxand.

Serokomar Erdogan diyar kir ku heke midaxeleya pêwîst neyê kirin pêvajoya vê pevçûnê wê bandoreke pir cidî li ser ewlehiya herêmî û cîhanî bike.

Erdogan got ku Tirkiye û Erebistana Siûdî hewlên cidî didin da ku lihevnekirin bi rêya diyalogê çareser bibin û ji bo dîplomasiyê şansek divê bê dayîn ku ev rêya herî aqil e.

Serokomar Erdogan bi Şêx Meşal el-Ehmed el-Cabir es-Sebahê Mîrê Kuweytê ra jî peywendiyek pêk anî û xemgîniya xwe ya ji ber êrîşên dijî Kuweytê anî ziman û hêviya silametiyê xwest.

Erdogan her wiha bi Ursula von der Leyena Seroka Komîsyona YEyê ra jî axivî. Di peywendiyê da êrîşên dijî Îranê û pêvajoya pevçûnên li dû wê hatin gotûbêjkirin.

Serokomar Erdogan diyar kir ku Tirkiye bangî hemû aliyan dike ku li dîplomasî û zemîna mizakereyan vegerin û her wiha ew amade ne ku her cure piştgiriyê bidin pêvajoya aştiyê.

Erdogan bal kişand ku di vê demajoyê da dewamkirina hemahengiya di navbera Tirkiye û YEyê da giring e.

- Ji bo rêberê dînî yê Îranê Xameney peyama serxweşiyê

Serokomar Erdogan seba rêberê dînî yê Îranê Ayetullah Elî Xameneyê ku di êrîşên Amerîka-Îsraîlê da hat kuştin, peyama serxweşiyê weşand.

Serokomar Erdogan di parvekirina li ser hesabê xwe yê NSosyalê da diyar kir ku ew ji ber kuştina rêberê dînî yê Îranê Ayetullah Elî Xameney xemgîn bû.

Erdogan wiha got:

"Ez ji Brêz Xameney ra ji Xwedê rehmetê, ji gelê Îranê yê birayê me ra serxweşiyê dixwazim û li ser navê gel û welatê xwe sersaxiyê didim wan. Wekî Tirkiye em ê hewldanên xwe bê navber bidomînin da ku tevî gelê Îranê, hemû dost û birayên me yên li herêmê dîsa bigihîjin aramî û îstiqrara ku heq dikin, pevçûnên ku li herêma me dewam dikin bi dawî bibin û her wiha li dîplomasiyê bê vegerîn."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.