Ji Serokatiya TBMMyê daxuyaniya çûyîna Saziya Înfaza Cezayê ya Zêde Ewledar a Îmraliyê
- "Di çarçoveya biryarê da heyet di 24ê Mijdara 2026an da çûye Saziya Înfaza Cezayê ya Zêde Ewledar a Îmraliyê"
TBMM
Ji hêla Serokatiya TBMMyê hat diyarkirin, heyeta ku ji Komîsyona Hevgirtin, Biratî û Demokrasiyê ya Neteweyî hat pêkanîn, di çarçoveya biryara hat sitandin da îro çû Saziya Înfaza Cezayê ya Zêde Ewledar a Îmraliyê û wiha hat gotin, "Di hevdîtinê da biwarê hevgirtina civakî, dupatkirina biratiyê, perspektîfa herêmî û pêşxistina pêvajoyê ya bi awayekî pozîtîf, encamên erênî hatine wergirtin."
Di daxuyaniya Serokatiya TBMMyê da hat destnîşankirin, ji 5ê Tebaxa 2025an ku Komîsyona Hevgirtin, Biratî û Demokrasiyê ya Neteweyî civîna xwe ya ewil kir û vir va Komîsyon 18 caran kom bû û fealiyeta guhdarîkirina derdorên têkildar bi cih anî.
Di daxuyaniyê da hat bibîrxistin ku Komîsyonê civîna xwe ya dawîn di 21ê Mijdara 2025an da kir û wiha hat gotin:
Di civîna 18em da bi dengên piranî biryar hat sitandin ku li Saziya Înfaza Cezayê ya Zêde Ewledar a Îmraliyê Abdullah Ocalan bê guhdarîkirin. Di çarçoveya biryara navborî da heyet îro çûye Saziya Înfaza Cezayê ya Zêde Ewledar a Îmraliyê. Di vê çarçoveyê da ji xeynî daxuyaniyên xwefesixkirin û çekdanîna rêxistinê yên piştî Bangewaziya Aştî û Civaka Demokratîk a di 27ê Sibatê da, biwarê pirsên têkildarî cîbicîkirina rêkeftina 10ê Adarê li Sûriyeyê, beyanên wî yên bi hûrgilî hatine wergirtin.
Di encama hevdîtinê da biwarê hevgirtina civakî, dupatkirina biratiyê, perspektîfa herêmî û pêşxistina pêvajoyê ya bi awayekî pozîtîf, encamên erênî hatine wergirtin. Helwesta bi xîret û bi biryar a Komîsyonê ya ji bo pêkanîna hedefên xwe yên ji niha û şûnda dê bê domandin."
