Polîtîka

Ji Serokatiya Ragihandinê daxuyaniya der barê hevdîtina Serokomar Erdogan û Denîs Becîrovîc da

- Serokomar Erdogan di axaftinê da got ku Tirkiye dê piştgiriya xwe ya bêşert û merc a ji bo deshilatdarî, yekîtiya axê û pergala makezagonî ya Bosna Hersekê bidomîne.

Kaan Bozdoğan  | 28.03.2026 - Rojanekırın : 28.03.2026
Ji Serokatiya Ragihandinê daxuyaniya der barê hevdîtina Serokomar Erdogan û Denîs Becîrovîc da

Istanbul

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di hevdîtina xwe da ya bi Serokê Konseya Serokatiyê ya Dewleta Bosna Hersekî Denîs Becîrovîc da got ku Tirkiye dê piştgiriya xwe ya bêşert û merc a ji bo deshilatdarî, yekîtiya axê û pergala makezagonî ya Bosna Hersekê bidomîne, dê destûr neyê dayîn ku ji bo berjewendiyên şexsî yên tu kesî aramiya Bosna Hersekê xira bibe.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê ya ji ser hesanê NSosyalê Serokomar Erdogan bi Serokê Konseya Serokatiyê ya Dewleta Bosna Hersekî Denîs Becîrovîc ra li Ofîsa Xebatê ya Dolmabahçeyê ya Serokomariyê hevdîtin kir.

Di hevdîtinê da serokan têkiliyn Tirkiye ê Bosna Hersekê, mijarên dualî û herêmî nirxandin.

Serokomar Erdogan di hevdîtinê da diyar kir ku Tirkiye dê piştgiriya xwe ya bêşert û merc a ji bo deshilatdarî, yekîtiya axê û pergala makezagonî ya Bosna Hersekê bidomîne, divê destûr neyê dayîn ku ji bo berjewendiyên şexsî yên tu kesî aramiya Bosna Hersekê xira bibe.

Erdogan destnîşan kir ku tehamûla herêmê bo serpêhatiyên nû tune û da zanîn kufeydeya gotinên fîtker ên ku yekîtiya welêt hedef digirin ji tu kesî ra tune.

Erdogan da zanîn girîng e ku ji her demû girîngtir e ku kesên alîgirên yekîtiya Bosna Hersekê ne di nav yekîtiyê da tevbigerin û Tirkiye bi taybetî lêferzkirinên ku berjewendiyên heyatî yên Boşnakan hedef digire nayê qebûlkirin dibîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.