23 Gulan 2017•Rojanekirin: 23 Gulan 2017
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu bona qurbaniyên êrîşa terorê ya li salona konsereke li bajarê Manchestera Îngîltereyê, serxweşî da Îngîltereyê.
Çavuşoglu peyama serxweşiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kir.
Wezîr Çavuşoglu di payama xwe da wiha got, "Ez êrîşa terorê ya li Manchesterê şermezar dikim û herwiha sersaxiyê didim hikûmet û gelê îngiliz."