Polîtîka, Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Ji bo kurê xwe li ber avahiya Serokatiya Diyarbekir ya HDPyê dest bi çalakiyê kir

Li Diyarbekirê Hacîre Akara bi îdiaya kurê wê yê 21 salî ku sê roj e xeber jê tuneye bi destê HDPyiyan revandine çiyê çalakiya rûniştinê da destpêkirin û heta şeveqê li ber Serokatiya Diyarbekir ya HDPyê ma

23.08.2019 - Rojanekırın : 24.10.2019
Ji bo kurê xwe li ber avahiya Serokatiya Diyarbekir ya HDPyê dest bi çalakiyê kir

Diyarbakir

Li Diyarbekirê Hacîre Akara bi îdiaya kurê wê yê 21 salî ku sê roj e xeber jê tuneye bi destê HDPyiyan revandine çiyê çalakiya rûniştinê da destpêkirin û heta şeveqê li ber Serokatiya Diyarbekir ya HDPyê ma.

Hacîre Akara îdia dike ku Mehmet Akarê kurê wê bi destê HDPyiyan revandina çiyê cama Serokatiya Diyarbekir ya HDPyê şikand û dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Dayika ku dest bi çalakiyê kir heta şeveqê li ber Serokatiya Diyarbekir ya HDPyê ma.

- "Kezeba min dişewite"

Hacîre Akarê bi Kurmancî xeber da û got ku duh dest bi çalakiyê kiriye û heta kurê wê neyê dîtin wê çalakiya xwe bidomîne.

Akarê diyar kir tu dayik naxwazin ewladên wan derkevin çiyê û wiha got: "Heger kurê min li cem min bûya çi karê min li vir hebû? Kî dixwaze zarokên wan birevînin çiyê? Kezeba min dişewite. Kurê min hat avahiya HDPyê û cardin derneket."

- HDPyiyan bertek nîşanî rojnamevanên ku çalakiyê dişopandin dan

Rayedarekî HDPyî ku ji avahiya Serokatiya Diyarbekir ya HDPyê derket bertek nîşanî rojnamevanên ku çalakiyê dişopandin da û wiha got: "Ji vir herin û dîmenan nekişînin. Hûn çi ji me dixwazin?"

Li ser gotina rojnamevanek ku got "Em daxuyaniyê ji we dixwazin" rayedar wiha got: "Hûn li benda daxuyaniya çi ne? Dayikek, jinikek li vir rûniştiye. Ez dibêjim nekişînin, ji vir herin."

Ji bo kurê xwe li ber avahiya Serokatiya Diyarbekir ya HDPyê dest bi çalakiyê kir

Peyra hin kesên HDPyî kesê ku bertek nîşanî rojnamevanan da birin hundir.

- Bûyer

Hacîre Akara diya Mehmet Akarê ku sê roj berê ji mala xwe ya li Taxa Soganliyê ya Sûra navçeya Diyarbekirê derdikeve û xeber jê nayê hildan duh çûbû navenda polêsan û serlêdan kiribû ku kurê wê wenda ye. Hacîre Akar peyra tê cama Serokatiya Diyarbekir ya HDPyê dişikîne û dest bi çalakiya rûniştinê dike.

Li gor agahiyan Hacîre Akar der barê HDPyiyan da gilîdar dibe. Li gor agahiyan Firat Akarê kurê Hacîre Akarê jî bi destê terorîstên PKKyî di sala 1994an da tê revandin û di sala 2017an da li çiyê tê kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.