Polîtîka

"Ji bo ku welatî mexdûr nebin çi ji destê me tê em dikin"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Ji bo ku welatî mexdûr nebin çi ji destê me tê em dikin"

Türkan Tosun  | 26.01.2020 - Rojanekırın : 26.01.2020
"Ji bo ku welatî mexdûr nebin çi ji destê me tê em dikin"

Ankara

 Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan beriya here Cezayîrê li Balafirgeha Ataturkê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Erdogan behsa erdheja lerza wê 6,8 ya ku navenda wê Sivrîceya navçeya Elezîzê ye kir û got ji bo hemû gelê herêmê û welêt derbasî be.

- "Ji bo ku welatî mexdûr nebin çi ji destê me tê em dikin."

Serokomar Erdogan wiha axivî: "Di erdheja ku 7 kîlomêtro di binê erdê çêbû da heta niha 31 welatiyên me mirin, hezar û 607 welatiyên me jî birîndar bûn. Piştî erdhejê 45 kes jî ji binê kavilan hatin xilaskirin. Rehma Xwedê birayên min ên mirine be, serê eqrebayên wan sax be û Xwedê şifayê bide birîndarên me. Hezar û 503 kesên di erdhejê da birîndar bûbûn hatin taburcîkirin. Dewleta me ji kêliya ewil erdhejê pê va reviyaye cem welatiyê me. Ji bo ku welatî mexdûr nebin çi ji destê me tê em dikin."

- "Tirkiye birînên vê felaketê bi yekîtî û hevrabûnê va dipêçe"

Der barê xebatên li herêmê tên kirin da Erdogan wiha axivî: "Vê gavê 3 wezîrên me, parlamenterên me li wê derê ne. Bi hemû ekîbên xwe va xebatên tesbîtkirina xisaran didomînin. Saziyên me êdî li hemberî van bûyeran bi rastî jî xwedî qabîliyetên cidî bûn. Tirkiyeyê dest pê kir ku birînên vê felaketê bi yekîtî û hevrabûnê va bipêçe."

Erdogan daxuyand piştî ku avahiyên di erdhejê da hilweşiyane û xisar dîtine bên tespîtkirin, xebatên çêkirina înşaetan wê bilez dest pê bikin.

- "Gelê me piştgiriyê dide yekîtî û hevrabûnê

Serokomar Erdogan behsa yekîtiya welatiyan a li hemberî erdhejê kir û wiha dewam kir: "Beriya her tiştî gelê me piştgiriyê dide yekîtî û hevrabûnê, welatiyên me wisa tevdigerin. Lê li aliyê din jî hin kes vê bûyerê ji hêla siyasî va îstismar dikin. Li wir gel ketiye talaşa canê xwe, lê hinek jî ketîne derdê tiştên din û dibêjin 'ka em ji vir dikarin kîjan derfetê bi dest bixin' û ji bo vê kampanyaya reşkirinê dikin. Li ser medyaya civakî hin peyamên wisa hene merivan tehrîk dikin, ew pir pir beter, berbat, bê exlaqî ne... Weke mînak dibêjin '20 sal e vê hikûmetê seba erdhejê çi kiriye'."

- "Em bibiryar in ku têkiliyên xwe bi welatên Afrîkayê ra xurt bikin"

Erdogan got ew girîngiyê didin têkiliyên bi Afrîkayê ra û wiha dewam kir: "Em bibiryar in ku têkiliyên xwe bi welatên Afrîkayê ra xurt bikin. Me di salên 2008 û 2014an da civînên hevkariyê ya Tirkiye-Afrîkayê kirin û me bi van civînan va hevkariya xwe ya bi vê parzemînê ra derxiste asteke bilind. Bi saya van hewldanên me di nav 17 salan da hecma bazirganiyê ya di navbera Tirkye û Afrîkayê da gihîşte 26 milyar dolarî û ji sedî 381 zêde bû."

Li ser mijara Libyayê jî Erdogan got wî ji Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê ra gotiye General Xelîfe Xefter darbekar e, divê piştigiriya wî neyê kirin û wiha dewam kir: "Birêz Putîn ji min ra gotibû 'tu Serrac çareser bike, ezê jî Xefter çareser bikim'. Serrac bila sax be, dilê me nehîşt û me çi got guh da me. Him li Moskovayê û him jî li Berlînê guh da me. Xefter ne li Moskovayê û ne jî li Berlînê guh da vê pêvajoyê. Ji Moskovayê reviya. Li Berlînê jî di otelê da xwe veşart."

Erdogan der barê Îdliba Sûriyeyê da jî axivî û wiha got: "Di mijara Îdlibê da mixabin rejim hê jî îxanetê dike."

- Erdogan çû Cezayîrê

Serokomar Erdogan piştî ku li Mala Mêvanan a Dewletê ya Balafirgeha Ataturkê civîna çapemeniyê li dar xist, bi balafira "TC-TUR"ê va di saet 10.00î da bi rê ket ku here Cezayîrê.

Emîne Erdogana jina Erdogan, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Wezîrê Sanayî û Teknolojiyê Mustafa Varank, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Fatîh Donmez, Serokê MÎTê Hakan Fîdan, Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun, Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin jî bi Erdogan ra çûn Cezayîrê.

Alîkarê Serokomar Fuat Oktay, Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçuk, Wezîrê Gîhandin û Binesaziyê Cahît Turhan, Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya, Serokê Bajêr yê AK Partiyê Bayram Şenocak û hin rayedarên din Erdogan bi rê kirin.

Serokomar Erdogan piştî Cezayîrê wê here Gambiya û Senexalê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.