Polîtîka

Hêzên koalisyona di pêşîkêşiya Amerîkayê da etîketa "HSD"yê parve kir

Operasyona Biryardariya Tebiî ya Hêza Wezîfeya Yekbûyî ya di pêşîkêşiya artêşa Amerîkayê da li dijî DEAŞê hatibû avakirin li ser hesabê xwe yê Twitterê etîketa "HSD"yê vekir

09.10.2019 - Rojanekırın : 10.10.2019
Hêzên koalisyona di pêşîkêşiya Amerîkayê da etîketa "HSD"yê parve kir

Ankara

 Operasyona Biryardariya Tebiî ya Hêza Wezîfeya Yekbûyî (SOJTFOIR) ya di pêşîkêşiya artêşa Amerîkayê da li dijî DEAŞê hatibû avakirin li ser hesabê xwe yê Twitterê etîketa "HSD"yê vekir.

SOJTFOIRê li ser hesabê xwe yê Twitterê etîketa "HSD"yê vekir li dijî herekata dibe ku Tirkiye li bakurê Sûriyeyê bibe ser hedefên YPG/PKKyê peyama piştgiriyê da YPG/PKKyê.

Gelek bikarhêneran jî bi etîketa "TSK"yê şîrove nivîsîn û bertek nîşanî peyamê dan.

YPG/PKKyê bi piştgiriya sîlah û lojîstikê hin komên piçûk nêzî xwe girtibû û ew koman di 12ê cotmeha 2015an da di bin navê HSDyê da kom kiribûn. YPG/PKKya rêxistina terorê ya ji wê rojê vir da ji 3 paran pareke erdê Sûriyeyê dagir kiriye navê HSDyê bi kar tîne.

Amerîkaya PKKyê wekî rêxistina terorê nas dike ji bo ji hevkariya xwe ra qilifekî bibîne navê HSDyê bi kar anîbû. Orgeneral Raymond Thomasê Fermandarê Hêzên Taybet a Amerîkayê di 22yê tîrmeha 2017an da gotibû li ser tewsiyeya wan YPGyê navê xwe wekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) guherandiye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın