ANKARA
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu: "Rêzgirtina vîna neteweyî ev e; heke ku vîna neteweyî dengê xwe li partiyên siyasî par ve kiribe û partiyeke siyasî tenê nekiribe desthilatdar wê gavê ya ku dikeve ser milê serokan ev e, divê serok li pêşberî vê biryarê rêzê bigrin, li gor vê biryarê tevbigerin û koalîsyonê ava bikin. Heke hûn bibêjin 'ez nikarim koalîsyonê ava bikim, ez ê serî li hilbijartina berwext bidim, gelo wê çaxê hûnê çawa qala vîna neteweyî bikin?' Li gor min divê ev bihata ceribandin û Tirkiyeyê firsendeke dîrokî ji dest kir."
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li Navenda Giştî ya CHPê, der barê hevdîtinên koalîsyonê de civîna çapemeniyê li dar xist.
Kiliçdaroglu got ku heta niha ji bo avakirina koalîsyonê pêşniyaz ji me re nehatiye kirin, hikûmeta hilbijartinê pêşniyazî me kirin.
- Tirkiyeyê firsendeke dîrokî ji dest kir
Kiliçdaroglu got ku dema partiyeke siyasî tenê nikariba bibe desthilatdar wê gavê ya ku dikeve ser milê serokan ev e; divê li gor vê biryarê tevbigerin û koalîsyonê ava bikin û wiha dewam kir:
"Rêzgirtina vîna neteweyî ev e; heke ku vîna neteweyî dengê xwe li partiyên siyasî par ve kiribe û partiyeke siyasî tenê nekiribe desthilatdar wê gavê ya ku dikeve ser milê serokan ev e, divê serok li pêşberî vê biryarê rêzê bigrin, li gor vê biryarê tevbigerin û koalîsyonê ava bikin. Heke hûn bibêjin 'ez nikarim koalîsyonê ava bikim, ez ê serî li hilbijartina berwext bidim, gelo wê çaxê hûnê çawa qala vîna neteweyî bikin?' Li gor min divê ev bihata ceribandin û Tirkiyeyê firsendeke dîrokî ji dest kir."
- "Em ê ji biryara gel rêzê bigrin"
Kiliçdaroglu got ku divê ji ber vê rewşê hêviyên kesî neşikên, lewra Tirkiye welatekî bihêz e û dikare pirsgirêkên xwe çareser bike.
Kiliçdaroglu wiha dewam kir: "Bila ji ber vê rewşê hêviyên kesî neşikên, lewra Tirkiye welatekî bihêz e û dikare pirsgirêkên xwe çareser bike. Em bi welatê xwe bawer bin, em bi welatê xwe bawer in. Em karin pirsgirêka hel bikin. Kesên ku saziyan birêvedibin û rê li ber çareserkirina pirsgirêkan digrin rêvebir in. Herwiha em bi miletê xwe jî bawer in, ew rayên ku gelê me da me ji bo me pîroz in, cihê wan li ser serê me heye. Ji vir û pêve jî biryar ya gel e. Çawa bixwaze em ê jî li pêşberî biryara wê rêzê bigrin."
- "Tekane vebijark, hilbijartina berwext nîne"
Kiliçdaroglu destnîşan kir ku di siyasetê de 24 saet demeke zehf dirêj e û wiha dewam kir: "Demokrasî di heman demê de saziyek e ku dikare pirsgirêkên xwe çareser bike. Tiştekî rast nîne ku em demokrasiyê wekî tiştekî bêçareserî binirxînin, lewra wateya vê nirxandinê ew e ku bawerî bi demokrasiyê tuneye. Jixwe niha ez naxwazim hilbijartina berwext wekî tekane vebijark nîşan bidim û bibînim, li gor min ev îfadeyeke rast nîne."