Polîtîka

Heyeta DEM Partiyê bi Wezîrê Edaletê Tunç ra hevdîtin kir

İsmet Karakaş  | 23.12.2025 - Rojanekırın : 23.12.2025
Heyeta DEM Partiyê bi Wezîrê Edaletê Tunç ra hevdîtin kir

Ankara

Heyeta DEM Partiyê bi Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç ra hevdîtin kir.

Cigirseroka Meclisê û Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Pervîn Buldan û Parlamenterê DEM Partiyê yê Şanliurfayê Mîthat Sancar ên ku di heyetê da bûn, piştî hevdîtina bi Wezîr Tunç ra li Wezareta Edaletê daxuyanî dan.

Sancar daxuyand ku wan bi Wezîr Tunç û burokratên bi wî ra hevdîtineke berfireh kiriye û wiha axivî: "Em der barê pirsgirêkên edalet û hiqûqê yên di rojevê da axivîn. Bê guman, me li ser rêziknameyên qanûnî yên têkildarî pêvajoya berdewam da jî ramanên xwe parve kirin. Me der barê amadekariyên wan da agahiyan hilda û pêşniyarên xwe pêşkêş kir."

Sancar diyar kir ku "aştî ancax li ser bingeha edalet û garantiyên qanûnî dikare mayînde bibe" û anî ziman ku wezîfeyeke girîng dikeve li ser milê Wezareta Edaletê.

Sancar got di gelek waran da xebat dewam dikin.

Buldanê jî got wan bi Wezîr Tunç ra hevdîteneke baş a ku saet û nîvekî dikşîne kir û wiha axivî: "Me nîqaş kir ka amadekariyên çawa yên derxistina qanûnê yên der barê pêvajoya aştiyê da tên kirin. Ji bilî vê, binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan, bi taybetî girtiyên pîr û nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatine betalkirin jî di rojevê da bû."

Buldanê got ji ber pirsgirêkên di lijneyên çavdêriya îdarî da çêdibin berdana girtiyên pîr û nexweş pêk nayê û got wan jî nêrîn û pêşniyarên xwe yên li ser vê mijarê anîne rojevê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.