Polîtîka

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Bakirhan: "Mixalefeteke ne alîgirê çareseriyê, ji Tirkiyeyê ra nabe alternatîf"

"Mixalefeteke ku di pirsa Kurdî da ne alîgirê çareseriyê ye û çareseriyê ji bihareke din ra dihêle, ji Tirkiyeyê ra nabe alternatîf. Nabe ku mirov çareseriya vê pirsê bi tenê li hêviya dewlet û destlehatê bihêle"

Adem Balta, İsa Toprak  | 09.12.2025 - Rojanekırın : 09.12.2025
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Bakirhan: "Mixalefeteke ne alîgirê çareseriyê, ji Tirkiyeyê ra nabe alternatîf" Osmancan Gürdoğan

TBMM

 Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan li Lijneya Giştî ya TBMMyê der heqê budceya sala 2026an da axivîn.

Tuncer Bakirhan piştî Tulay Hatimogullariyê li ser navê Koma DEM Partiyê mafê axaftinê wergirt û diyar kir ku pêvajoya Tirkiyeya Bêteror û nebûna pevçûnan atmosferek afirand ku di berjewendiya herkesî da ye.

Bakirhan di axaftina xwe da bangî partiyên mixalefetê kir ku piştgiriyê bidin pêvajoyê û wiha dewam kir:

"Mixalefeteke ku di pirsa Kurdî da ne alîgirê çareseriyê ye û çareseriyê ji bihareke din ra dihêle, ji Tirkiyeyê ra nabe alternatîf. Nabe ku mirov çareseriya vê pirsê bi tenê li hêviya dewlet û destlehatê bihêle. Ez bangî birayên xwe yên rasta navendî, bêbiryar û neteweperwer dikim; li vî welatî bêyî cudaxistina tu gelî û bi radestkirina mafên wan va yekbûn pêkan e. Hûn jî ji avakirina bihevrabûna ne bi darê zorê, bi rizayê berpirsiyar in. Divê hûn bikaribin bêjin 'Pêşî diyalog, pêşî gel'. Ez bangî hemû rengên Tirkiyeyê dikim; werin em pêşdarazên bişkênin, li ser bingeha wekheviyê hiqûqa biratiyê zindî bikin û welat qewîn û demokratîk bikin. Tirkiye welatê me hemûyan e. Ji bo ku dewlet bi xeletiyên raboriya ra rûbirû bibe û siyaseteke firawan û şimûldar bimeşîne, wekî DEM Partî çi ji destê me were em ê bikin."

Piştî axaftina Bakirhan, Serokê TBMMyê Numan Kurtulmuş navber da axaftinan. Di navberê da Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçeli li kulîsê merhebatî da Bakirhan û Oruç.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın