İbrahim Atmaca
17 Îlon 2018•Rojanekirin: 17 Îlon 2018
SOÇÎ
Hevdîtina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn dest pê kir.
Herdu serok li Rezîdansa Serokatiya Dewletê di saet 14.50yî da civiyan û "Sûriye" di serî da tê payîn ku li ser hin mijarên herêmî û navneteweyî wê fikr û ramanên xwe ji hev ra bêjin.
Her wiha di hevdîtina dualî ya Tirkiye û Rûsyayê da wê li ser mijarên siyaset, aborî û vejenê jî bisekinin.
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Berat Albayrak, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Fatîh Donmez, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û Wezîrê Bazirganiyê Ruhsar Pekcan, Serokê MÎTê Hakan Fîdan, Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin û Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettîn Altun jî beşdarî civînê bûn.
- Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn: "Gelek mijarên em ê li ser biaxivin hene. Hinek jê komplîke ne. Em ê him di ber çavan ra derbas bikin him jî rêyên çareseriyê bigerin."Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn got ewê bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ra li ser mijarên tevlihev biaxivin û ji bo çareserkirina mijaran ewê rêyan bigerin.
Putîn beriya hevdîtina xwe ya bi Erdogan ra li Rezîdansa Serokatiya Dewletê ya li Soçiyê daxuyaniyek da.
Putîn got ew bi Serokomar Erdogan ra her tim tên bal hevdu û bi bîr xist ku wan par jî li Soçiyê hevdîtinek kiribû.
Putîn behsa têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê kir û wiha axivî: "Têkiliyên me bi erênî xurt dibe, ji aliyê bazirganiyê va bi tempoyeke pir zêde mezin dibe. Ji aliyê ewlehiya herêmê va jî têkiliyên me xurt dibin."
Putîn anî ziman ji hêla siyaseta naveneteweyî va jî têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê bi awayekî berfireh xurt dibin û wiha dewam kir: "Gelek mijarên em ê li ser biaxivin hene. Hinek jê komplîke ne. Em ê him di ber çavan ra derbas bikin him jî rêyên çareseriyê bigerin."