TBMM
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû got: "Çima rapora Sayiştayê ji TBMM û parlamenteran tê veşartin, sedema veşartinê çi ye? Heke di raporê de tiştekî veşartî tunebûya dê veneşartana, lewra di raporê de belgeyên kiryarên nebaş hene."
Kiliçdaroglû, di Lijneya Giştî ya TBMMê de fikr û ramanên partiya xwe yên der barê butçeya sala 2014an de parve kir. Kiliçdaroglû, berî axaftina xwe afîşa ku dixwazin li ser bîlboardan bidin, nîşan da. Li ser afîşê "Welatî baca xwe dide. Hikûmet jî dê hesabê vê bide" nivîsîbû. Kiliçdaroglû got ku ew ê ji bo ku raporên sayiştayê bînin TBMMê bangî Serokwezîr bikin û wiha dewam kir: "Gelo dê serokwezîr biqehire, bitirse. Destê xwe deynin ser wicdana xwe û bifikirin. Cihê ku hikûmet lê bacê ji welatiyan distîne, gelo hewce nîne ku der barê vê de agahiyê bide welatiyan? Ev daxwaz kengî bûye sûc? Ev desthilatdariyeke çawa ye ez fêm nakim."
Kiliçdaroglû, got ku li welatên bi demokrasiyê tên birêvebirin, mafê welatiyan heye ku pirs bikin ku baca didin, ji bo çi tê xerckirin, ev çavkaniya demokrasiyê ye.
-Divê teqez raporên sayiştayê bên TBMMê
Kiliçdaroglû, diyar kir ku welatiyên li vî welatî çawa jidayik dibin dest bi dayina bacê dikin û wiha dewam kir: "Dayik ji dergûşa xwe re xwarin, av, potên ku pê girê dide distîne. Baca vana heye. Tenê baca hewayê tuneye. Bac di jiyana welatiyan de ewqasî girîng e. Ji ber ku welatî baca xwe didin, mafê wan heye ku bipirsin ev li ku, ji bo çi tê xerckirin. Welatî dê çawa hîn bibe? Li ser navê TBMMê vê pirsê Sayiştay dike. Ev li welatên wek DYA, Japonya, Rûsya, Fransayê jî wiha ye."