Polîtîka

"Heger dema dane rejimê biqede Artêşa Tirkiyeyê wê wezîfeya xwe bi cî bîne"

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik der barê Îdlibê da wiha got: "Hemû amadehî temam bûne. Heger dema ji bona rejim vekişe xeta xwe biqede Artêşa Tirkiyeyê wê wezîfeya xwe bi cî bîne."

Nihat Kavşut  | 27.02.2020 - Rojanekırın : 28.02.2020
"Heger dema dane rejimê biqede Artêşa Tirkiyeyê wê wezîfeya xwe bi cî bîne"

Ankara

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik der barê Îdlibê da wiha got: "Hemû amadehî temam bûne. Heger dema ji bona rejim vekişe xeta xwe biqede Artêşa Tirkiyeyê wê wezîfeya xwe bi cî bîne."

Çelik piştî civîna Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan û hin parlamenterên partiyê li navenda partiyê daxuyanî da rojnamevanan.

Berdevkê AK Partiyê Çelik destnîşan kir wê di navbera 3-4-5 Nîsanê da kampa xwe ya Kizilcahamamê çêbikin.

Çelik diyar kir geşedanên her roj li Îdlib û Sûriyeyê çêdibin careke din nîşan didin ku operasyona wan ya ji bo ewlehiya wan ya neteweyî û têkoşîna dijî terorê kirine çiqas hewce dike û wiha got: "Hemû amadehî temam bûne. Heger dema ji bona rejim vekişe xeta xwe biqede Artêşa Tirkiyeyê wê wezîfeya xwe bi cî bîne."

Berdevkê AK Partiyê Çelik destnîşan kir biryardariya li Îdlibê biryardariyeke teqez, bê dudîlî û bê tawîz e.

Çelik destnîşan kir herekatên Mertalê Feratê, Çiqlê Zeytûnê û Kaniya Aştiyê û kûrahiya 30 kîlomêtroqere ji bona rêlibergitina dewleta terorê ya li ber sînorên me mecbûrî bû û got ku ev dewleta terorê hat belawelakirin û wiha dewam kir: "Rejim hema bi carekê li wir rewşekê çêbike û paşê bibêje 'Ez ji vir venakişim, ev ji bo ewlehiya min hewce dike' nabe, ev ji hêla Tirkiyeyê va ne rewşeke wisa ye ku bê qebûlkirin. Divê Rûsya jî vê qebûl neke, ev dijî mitebaqata Soçiyê ye. Ji bo gav bê avêtin bêşik hevditîna Birêz Serokomarê me û Birêz Putîn girîng e."

Berdevkê AK Partiyê Çelik ji bona hevdîtina Erdogan û Vladimîr Putînê Serokê Dewleta Rûsyayê da wiha got: "Herdu alî jî ji bo dîrokekê dixebitin. Lê helbet Tirkiyeyê li vir sînorek xêz kiriye. Dema bê gotin 'di dawiya mehê da' divê di demeke nêz da ev hevdîtin çêbibe û paşê gavên ku wê bên avêtin bên eşkerekirin."

Çelik der barê gotina Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPyê da wiha axivî: "Çavê we di axa Sûriyeyê da heye, bi awayekî eşkere hevokek e ku em ji berdevkên rejima Esed dibîhîzin. Em vê gotina ku ji berdevkên rejima Esed dibihîzin di polîtîkaya navxweyî ya Tirkiyeyê da bi tenê ji Serokê Giştî yê CHPyê dibihîzin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın