Polîtîka

"Hat fehmkirin ku Tirkiye li hember şantajê serê xwe danayne"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir ku li Rojhilatê Behra Sipî mixatabên meseleyê fehm kirin ku feydeya gefxwarinê tuneye û Tirkiye li hember şantaj û nijdevaniyê serê xwe danayne.

Nihat Kavşut  | 17.09.2020 - Rojanekırın : 18.09.2020
"Hat fehmkirin ku Tirkiye li hember şantajê serê xwe danayne"

Ankara

 Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir ku li Rojhilatê Behra Sipî mixatabên meseleyê fehm kirin ku feydeya gefxwarinê tuneye û Tirkiye li hember şantaj û nijdevaniyê serê xwe danayne.

Erdogan li Navenda Çand û Kongreyê ya Gel ya Beştepeyê di Merasima Dayîna Madalyaya Serfiraziyê ya Dewletê da xitabî beşdarvanan kir.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da destnîşan kir ji kesên ku qesta yekîtî û aqûbeta gel dikin hê zêdetir hesabê her dilop xwîna ku rêtine dipirsin û wê hê jî bipirsin û wiha got: "Em çawa firsendê nadin ku keriyên kujerên li çiyê serê xwe jî rakin em dijî şaxên wan yên li bajêr jî musamahakar nînin. Kesên di dewsa gel da pişta xwe dane pêşengên terorê û baweriya xwe bi talankerên çiyê anîne û gefan li dewleta me xwarin dersa xwe hildane."

Erdogan diyar kir wê destûrê nedin ku welatê wan yê li Behra Sipî xeta wê ya peravê ya herî dirêj e di peravên hin kesên din da bê hepiskirin.

Serokomar Erdogan got ku li Rojhilatê Behra Sipî mixatabên meseleyê fehm kirin ku feydeya gefxwarinê tuneye û Tirkiye li hember şantaj û nijdevaniyê serê xwe danayne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın