Gergerlîogluyê ji DEM Partiyê êrîşên Îsraîlê yên li Xezeyê şermezar kir

TBMM
Parlamenterê Kocaeliyê yê DEM Partiyê Omer Faruk Gergerlîoglu êrîşa ji bejahiyê ya ku Îsraîlê li Xezeyê da destpêkirin, şermezar kir.
Gergerlîoglu li Meclisê civîneke çapemeniyê li dar xist û daxuyand ku êrîşa ji bejahiyê ya ku Îsraîlê duh li Xezeyê da destpêkirin, nayê qebûlkirin.
Gergerlîoglu der barê êrîşên Îsraîlê yên ji hewayê û bejahiyê da wiha got: "Di 24 saetên dawîn da 106 kes hatin kuştin û dibe ku hê bi hezaran kesên din jî werin kuştin. Li Xezeyê nijadkujiyeke zindî heye. Divê mirovahî nijadkujiyan ji bîr neke. Em li ser nijadkujiyeke zindî ya ku dewam dike diaxivin, ne yek e ku qediyaye. Em ji Meclisê ji hemû mirovahiyê ra dibêjin, 'Hûş nebin, qebûl nekin, bi her tiştê xwe va li dijî vê hovîtiyê bisekinin.' Ez dibêjim em ê bi hemû hêza xwe li dijî Îsraîla hov, sîyonîst, kujer û nijadkuj bisekinin."
Gergerlîoglu daxuyand Îsraîl beriya ku hê zêdetir sûcên mirovajiyê bike, divê bê rawestandin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.