Polîtîka

"Ez hêvî dikim ku li Lîbyayê peymaneke agirbestê bê îmzakirin"

Serokomar Erdogan: "(Libya) Ez hêvî dikim ku bi taybet di demeke nêzîk de peymaneke agirbestê bê îmzakirin."

Önder Beyter  | 13.01.2020 - Rojanekırın : 14.01.2020
"Ez hêvî dikim ku li Lîbyayê peymaneke agirbestê bê îmzakirin"

Diyarbakir

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo Libyayê got, "Ez hêvî dikim ku bi taybet di demeke nêzîk de peymaneke agirbestê bê îmzakirin."

Serokomar Erdogan û Serokwezîrê Îtalyayê Giuseppe Conte li Kulliyeya Serokomariyê piştî hevdîtinan civîna hevbeş a çapemeniyê li dar xistin.

Erdogan anî ziman ku ji bo Conte tekezî li wê yekê kir ku di warê parastina statuya Idlibê di herêma kêmkirina rageşiyê de, li benda piştevaniya Îtalyayê ne.

Serokomar Erdogan bal kişand ser civîna di navbera Tirkiye û Îtalyayê de û got, "Civîna lutkeyê ya di navbera hikûmetan de ji 2020an û vir de nehatiye lidarxistin, em mitabiq man ku em îsal li dar bixin."

Erdogan got, "Ez hêvî dikim ku bi taybet di demeke nêzîk de peymaneke agirbestê bê îmzakirin."

Serokomar Erdogan derbarê hevdîtinên heyeta Tirk ên li Moskowê wiha axivî:

"Wisa zen dikim ewê ber bi êvarê biqede, min agahî hilda ku bi erênî dewam dike. Ez hêvîdar im, xala dawîn be, ji bo serweriya aşitiyê li Libyayê bibe alîkar. Ev xebat wê bingeha pêvajoya Berlînê jî ava bike. Digel metna ku ji vêderê derkeve emê serdana Berlînê bikin. Bi xebata ku li Berlînê bê kirin emê vî karî li ser zemîneke saxlem rûnînin. Hêviya min ew e, ew agirbesta ku li ser zemîneke saxlem hat danîn, ji bo siberoja hemî xwîşk û birayên me yên Libyayî bibe bingeha aşitiyê."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.