Erdogan: Em dixwazin ji bajarên me yên bê xizmet mane ra bi xizmeta şaredariyê ya rastîn va cardin xizmetê bikin

Ankara
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê li Navenda Giştî ya AK Partiyê beşdarî Civîna Serokên Bajaran a Berfirehkirî ya AK Partiyê bû û tê da axivî.
Serokomar Erdogan li ser Tifaqa Cumhur sekinî û wiha got, "Li dijî dijminên îradeya neteweyî tifaqa me şeva 15ê Tîrmehê li meydanan ava bû û em hewl didin ku tifaqa xwe zêdetir xurt bikin."
Erdogan bal kişand ser xizmetên şaredariyan û wiha got:
"Armanca me ew e ku Stenbol û Enqere di serî da em dixwazin ji bajarên me yên ku 5 sal e bê xizmet mane ra bi xizmeta şaredariyê ya rastîn va cardin xizmetê bikin."
Serokomar Erdogan xizmeta şaredariyên ku di destê CHPyê da ne rexne kir û wiha got, "Hîn bûne û dibêjin 'hûn ê ne bi xêra xwe deng bidin me', lê pêdiviyê pê nabînin ku ji bajarên xwe ra xizmetê bikin."