08 Sibat 2017•Rojanekirin: 08 Sibat 2017
ANKARA
Serokkomar Recep Tayyip Erdogan bi telefonê digel Donald Trumpê Serokê DYAyê axivî.
Çavkaniyên Serokkomariyê diyar kirin ku di nava herdu serokan da peywendiyeke telefonê hatiye encamdan.
Di daxuyaniya Qesra Spî ya nivîskî de naveroka axaftina Serokkomar Erdogan û Serokê Emrîkayê Trump hat parvekirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku têkiliya Tirkiye û Emrîkayê "nêzîk" û "demdirêj" e û "herdu lîder girêdayî mucadeleya li dijî her cure terorê ne"
Li gor daxuyaniyê ev îfade cih girtin: "Serok Trump, wek hevkareke stratejîk a Emrîkayê û muttefiqeke NATOyê piştgiriya xwe ya ji bo Tirkiyê careke din anî ziman. Herwiha diyar kir ku ew piştgiriya Tirkiyê ya ji bo kampanyaya li dijî DEAŞê bi memnûniyet pêşwazî dikin."