Tirkiye, Polîtîka

Erdogan bi Serokê Konseya YEyê Mîchel û Serokwezîra Almanyayê Merkelê ra axivî

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Charles Mîchel û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê ra hevdîtina bi vîdeo konferansê ya sêalî kir.

Nihat Kavşut  | 22.09.2020 - Rojanekırın : 22.09.2020
Erdogan bi Serokê Konseya YEyê Mîchel û Serokwezîra Almanyayê Merkelê ra axivî

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Charles Mîchel û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê ra hevdîtina bi vîdeo konferansê ya sêalî kir.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê hat destnîşankirin ku Serokomar Erdogan bi Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Mîchel û Serokwezîra Almanyayê Merkelê ra hevdîtina bi vîdeo konferansê ya sêalî kir.

Hat diyarkirin di civîna sêalî da geşedanên li Rojhilatê Behra Sipî hatin gotûbêjkirin û hat gotin ku Tirkiye û Yewnanistan ji bona destpêkirina hevdîtinên îstikşafî amade ne.

Li gor agahiyan Erdogan destnîşan kir divê rewşa ji bona kêmkirina rageşiyê û meşandina diyalogê derketiye holê bi gavên dualî bê parastin.

Di civînê da Erdogan diyar kir ji bona pêşvabirina kanalên diyalogê ka meseleya mutebeqat wê çawa bimeşe gavên Yewnanistanê zehf girîng in.

Li gor agahiyan Erdogan got ku li gorî qinaeta min ji konferanseke herêmî ku digel Tirkên Qibrîsê hemû teref beşdar bibin û bê amadekirin wê biryarên erênî derkevin.

Di hevdîtinê da Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî Hakan Fîdan, Serokê Karên Îdarî yê Serokomariyê Metîn Kiratli, Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun, Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin û Katibê Serokomariyê Hasan Dogan jî amade bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.