Emîne Erdoganê bi Qralîçeya Urdinê Ranîayê ra hevdîtin kir
- Emîne Erdogan û Ranîa Ebdullaha ku şo Qesra Dolmabahçeyê hevdîtin kir li "Pêşangeha Ji Ahenga Tebîetê Ber Bi Hafizeya Çandî: Neqşa Zeman" ya ku ji gêla Enstîtuya Gihandinê va hat lidarxistin geriyan
Istanbul
Emîne Erdogana xanima Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Qesra Dolmabahçeyê Qralîçeya Urdinê Ranîa Al Ebdullah ezimand.
Emîne Erdoganê li daketina Hêwana Muayedeyê ya Qesra Dolmabahçeyê ji dil û can pêşwaziya Qralîçe Al Ebdullahê kir.
Emîne Erdoganê û Ranîa Al Ebdullahê hevdu hembêz kirin û sohbet kirin û li ber merdîwenên qrîstal ên qesrê wêne kişandin û derbasî Hêwana Medhalê bûn.
Emîne Erdogan û Ranîa Ebdullaha ku li Qesra Dolmabahçeyê hevdîtin kir li "Pêşangeha Ji Ahenga Tebîetê Ber Bi Hafizeya Çandî: Neqşa Zeman" ya ku ji gêla Enstîtuya Gihandinê va hat lidarxistin geriyan.

Erdoganê û Al Ebdullahê li berhemên di pêşangeha armanc dike ku dewlemendiya hunerî û kevneşopî ya ku mîrateya çandî ya Tirkiyeyê pêk tîne ji ser mijara neqşê nîşan bide nihêrin û eleqe nîşanî pêçana bi têlê, têl qirme, neqşa Meraşê, neqşa hesabê dan.
Di pêşangehê da her wiha berhemên tekstîlê yên dîrokî yên ku dewlemendiya neqşê ya bi hezaran salî ya çanda Tirkan û sêwiranên nûjen tîne bal hev hatin pêşkêşkirin.
Emîne Erdoganê û Ranîa Al Abdullahê ji nêz va li xebatên cil û bergan ên ku bi qumaşên qesra Osmaniyan û mînakên neqşan hatine çêkirin jî nihêrin.
- "Ez hêvî dikim ku ev hevdîtina watedar dostaniya di navbera welatên me da hê bêtir xurt bike"
Emîne Erdoganê di parvekirina xwe ya ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî der barê ziyaretê da weşand da Qralîçe Ranîa etîket kir û ev gotin:
"Ez kêfxweş bûm ku bi Qralîçeya Urdinê Ranîa Al Ebdullahê ku me li welatê xwe ezimand ra li Stenbolê hatin bal hev. Em li Pêşangeha Ji Ahenga Tebîetê Ber Bi Hafizeya Çandî: Neqşa Zeman" ya ku ji gêla Enstîtuya Gihandinê va hat lidarxistin geriyan. Ez hêvî dikim ku ev hevdîtina watedar dostaniya di navbera welatên me da hê bêtir xurt bike."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
