Polîtîka

"Em ê li Rojhilatê Behra Spî xebatên ji bo dîtina neftê bidomînin"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Altindag a navçeya Enqereyê xîtabî gel kir û got ku ew ê li Rojhilatê Behra Spî xebatên ji bo dîtina neftê bidomînin

20.02.2019 - Rojanekırın : 21.02.2019
"Em ê li Rojhilatê Behra Spî xebatên ji bo dîtina neftê bidomînin"

ANKARA

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Altindag a navçeya Enqereyê xîtabî gel kir.

Serokomar Erdogan got ku ew ê li Rojhilatê Behra Spî xebatên ji bo dîtina neftê bidomînin.

Ji axaftina Serokomar hin sernavên derketin pêş ev in:

"31ê adarê dê derbekî mezin li kesên ku ji ser rêxistinên terorê yên proje yên wekî DEAŞ û PKKê qesdê welatê me dikirin bide.

Di van hilbijartinên ku rêxistinên terorê di nav hevkariyê da ne, 31ê Adarê bi îzna Xwedê di sandoqan da em ê sîleya Osmaniyan ya herî xweş li wan bixin.

Va ye hûn CHPyê dibînin. Telîmat ji ku tê, ji Qendîlê tê. Bi awayekî eşkere û zelal dibêjin; CHP bi HDPya ku rêxistina terorê piştgiriyê didê, li aliyê din partiya ku navê wê ÎYÎ Partî ye, li gel wê Saadet çeteya çarînî dibêjin ku 'Hûn dê li Rojhilat û Başûrê Rojhilat bi hev re bin'. 'Li Rojava jî ji bo ku AK Partiyê Erdogan têk bibin li hin deran wek CHP hûn dê nekevin hilbijartinê namzed nîşan nedin. ' Dibêjin ku 'Hûnê li hin cihan piştgiriyê bidin CHPyê li hin cihan jî piştgiriyê bidin ÎYÎ Partiyê.

(Li Rojhilatê Behra Sipî xebatên lêgerîna neftê) Em herî zêde ji ber gotinên CHPyê aciz dibin ku bi zimanê Rûman xeber dide.

Ji ber ku Rûm û hin parlamenterên CHPyê naxwazin em ê li Rojhilatê Behra Sipî xebatên xwe yên ji bona lêgerîna neftê nedin sekinandin.

Gelekî tebiî ye ku Rûm û yên din ji xebatên ku Tirkiye li Behra Spî dike aciz bibin. Li vir ya divê bê pirsiyarkirin helwest û aciziya CHPyê ye.

Ji ber ku CHP aciz dibe em ê dev ji parastina heqê welatê xwe û xwîşk û birayên me yên Qibrîsa Bakur bernedin. Em ê xebatên xwe heta dawiyê bidomînin û înşellah xeberên xweş ku gelê me li bendê ye bidin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın