Nihat Kavşut
06 Mijdar 2018•Rojanekirin: 06 Mijdar 2018
ANKARA
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan der barê mueyîdeyên dijî Îranê da destnîşan kir tengavkirinan rast nabînin û got lewra li gor me ev tengavkirin wê dengeya dinyayê xerab bikin.
Erdogan piştî Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê pirsên rojvamevanan bersivand.
Serokomar der barê mueyîdeyên dijî Îranê da destnîşan kir tengavkirinan rast nabînin û got lewra li gor me ev tengavkirin wê dengeya dinyayê xerab bikin.
Serokomar Erdogan diyar kir ev li dijî hiqûqa navneteweyî û dijî dîplomasiya navneteweyî ye û wiha got: "Em naxwazin li dinyayeke emperyal bijîn."
Erdogan der barê dewriyeya hevpar a Amerîka-YPGyê da jî diyar kir ne pêkan e ku em van qebûl bikin û rewşeke wiha wê li ser sînor bibe sedema neyêniyên cidî.