ANKARA
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglû ji bo biryara cezayê tezmînatê ya ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji ber Hereketa Qibrîsê li Tirkiyeyê birî got: "Tirkiye wê dewletê qebûl nake û lê wan wê dewletê muxatab dîtiye. Ji ber vê jî em wê biryara DMMEyê qebûl nakin û ji ber vê jî dayîna tezmînatê pêwîst nabînin û em vê tezmînatê nadin. Em wisa difikirin ku ev biryar di qada hiqûqî de jî dê bi kêrî tiştekî neyê. Der heqê vê biryarê de nirxandina me ya hiqûqî ev e."
Wezîrê Karên Derve Davûtoglû piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Lîberyayê Aûgûstîne Kpehe Ngafûan re civîna çapemeniyê ya hevpar lidarxistin.
Di civînê de biryara cezayê tezmînatê ya ku DMMEyê ji ber Hereketa Qibrisê ya 1974an li Tirkiye birî jî hat pirsîn û hat gotin ku gelo Tirkiye dê vî cezayê hanê bide yan na?
Davûtoglû jî pirsê bêbersiv nehişt û diyarkir ku Tirkiye ji damezranerê Konseya Ewrûpayê ye û rêzê nîşanî biryara DMMEyê dide û wiha dewam kir: "Lê mixabin ev biryar him di qada hiqûqî de û him jî der heqê biryarên DMMEyê de gelekî nanokiyan di nav xwe de dihewîne. Ji ber vê jî dayîna cezayê û ew biryara ku hatiye dayîn bi tu awayî me eleqedar nake û em vî cezayê jî nadin. DMMEyê cara ewil e biryareke ku di navbera du dewletan de dibe sedema gengeşiyê dide. Em wê dewletê qebûl nakin, lê DMME qebûl dike. Dewleteke ku em nas nakin û qebûl nakin tu dadgeh nikare bi biryareke zordariyê bi me bide qebûlkirin."