Polîtîka

"Em bo lêpirsîneke navneteweyî jî amade ne"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der barê kuştina Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê Siûdî da wiha got: "Lêpirsîn dewam dike û çi ji destê me were emê bikin. Heger pirsgirêk derkeve em bo lêpirsîneke navneteweyî jî amade ne."

Nihat Kavşut  | 05.12.2018 - Rojanekırın : 06.12.2018
"Em bo lêpirsîneke navneteweyî jî amade ne"

Brussels Hoofdstedelijk Gewest

BRUKSEL

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der barê kuştina Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê Siûdî da wiha got: "Lêpirsîn dewam dike û çi ji destê me were emê bikin. Heger pirsgirêk derkeve em bo lêpirsîneke navneteweyî jî amade ne."

Çavuşoglu piştî Civîna Wezîrên Karên Derva ya NATOyê ku li Bruksela paytextê Belçîkayê du roj dewam kir, li Nûnertiya Daimî ya Tirkiyeyê ya di bin banê NATOyê da daxuyanî da rojnamevanên ji Tirkiyeyê.

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu ji bona daxuyaniyên James Jeffreyê Nûnerê Sûriyeyê yê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê yên der barê pêvajoya Astanayê da wiha got: "Daxuyaniyeke di cî da nîne. Ez wisa difikirim ku ev fikrên wî yên şexsî ne."

Çavuşoglu der heqê mijara F-35an da wiha got: "Trump û Serokomarê me li G20ê axivîn. Trump bixwe mijarê li dar xist. Em naxwazin pirsgirêk çêbe."

Wezîrê Karên Çavuşoglu der barê kuştina Cemal Kaşikçi da jî wiha axivî: "Lêpirsîn dewam dike û çi ji destê me were emê bikin. Heger pirsgirêk derkeve em bo lêpirsîneke navneteweyî jî amade ne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın