16 Tebax 2016•Rojanekirin: 17 Tebax 2016
WASHINGTON
Wezîrê Parastinê yê DYAyê Ashton Carter hêzên tevlî operasyona xilaskirina Minbica navçeya Sûriyeyê bûn pîroz kir û ji Tirkiyeyê ra jî spas kir.
Carter piştî xilaskirina Minbicê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Wezîrê Parastinê yê DYAyê Carter diyar kir ku piştgiriya hêzên koalîsyona navneteweyî ya û têkoşîna wan a li dijî DAEŞê di serfiraziya operasyonê da xwediyê cihekî pir girîng bû û wiha pê da çû: "Ez gelê Minbicê, Konseya Eskerî ya Minbicê, Koalîsyona Erebên Sûriyeyê û Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê ji ber serkeftina wan a ku navçeyê ji bin rêveberiya kîndar a DAEŞê derxistin, pîroz dikim."
Carter wiha xeberda: "Minbic ji bo şervanên DAEŞê yên ku dikevin Sûriye û Iraqê û hevalbendên rêxistinê yên ku dixwazin êrîşî dewlet, şirîk û hevkarên me bikin, dereke girîng bû. Serkeftina li Minbicê wê îzolasyona li Reqayê xurt bike û li Reqayê kotrola DAEŞê bişikîne. Wek mayîn bi vê wesîleyê sipasiya hikûmeta tirkan dikim ku piştgirî dan vê operasyona girîng."
Carter diyar kir ku wê xelkê Minbicê mal û taxên xwe cardin ava bikin û wiha dewam kir: "Pêvajoyeke zor û zehmet dest pê dike. Divê şirîkên koalîsyonê di vê mijarê da alîkariya xelkê Minbicê bikin."
Carter diyar kir ku koalîsyon bi hêzên herêmî ji bo DAEŞê têk bibe xebat û operasyonên xwe berdewam bike.
Minbica li bakurê rojhilatê Heleba bajarê Sûriyeyê hefteya borî bi destê Koalisyona Erebên Sûriyeyê (KES) û Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê ya ku PYD jî tev e hat bidestxistin. Hêzên KES û PYDê di dawiya meha gulanê da operasyona li ser Minbica ku di destê DAEŞê da bû dabûn destpêkirin. KES û PYD ya ku li rojavayê Firatê gelek gund û bajar bi dest xistin ev qasî 2 mehan e jî navçe dorpêç kiribûn.
Rêveberiya Washingtonê israr kiribû ku dibê PYD û hin hêzên ereban ji bo bidestxistina Minbicê tevlî operasyonan bibin. Tirkiyeyê jî ji bo pîlanên rêxistinê yên ku dixwaze li Sûriyeyê pêk bîne hişyarî dida Washingtonê ku dibê li gor mitefîqiyê guh bidin xetereyên li dijî yekîtiya neteweyî ya Tirkiyeyê. Rêveberiya DYAyê soz dabû Tirkiyeyê ku PYDê piştî bidestxistina Minbicê ji navçeyê vekişe.