ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu diyar kir ku Sirûda Îstiqlalê îlhama xwe ji destaneke qehremaniyê ya ku di dîrokê de bêhempa ye, distîne û wiha pê de çû: "Lêbelê ji bo ku bi taybetî jî nifşa nû bizanibe ka em çawa derketine van rojan, rabirdûyeke me ye çawa heye, divê helbestên Akîf baş bên kifşkirin û fêmkirin."
Davutoglu di peyama xwe ya ku ji ber 94emîn salvegera pejirandina Sirûda Îstiqlalê weşand de diyar kir ku Sirûda Îstiqlalê "belgeya lihevkirinê" ya yekitî û tifaqa neteweyî ye û ji ber salvegera wê jî ew gelekî serfiraz û dilşad e.
"Gotinên wî îro roj û siberojê ronî dike"
Davutoglu diyar kir ku heke Akîfê merhûm tenê wekî "Şairê Îstîqlalê", "Şairê Neteweyî" bê dîtin û aliyê wî yê ku mirovekî xwedan fikr û aksiyon e neyê dîtin, wêçaxê mîrasa wî ya mezin jî wê kêm û naqis were fêmkirin û wiha pê de çû:
Akîfê ku di seranserê jiyana xwe de li hemberî neheqî û zordestiyê derketiye û piştgiriya heq û heqîqetê kiriye û bejna xwe tu caran netewandiye mirovekî mitefekîr û rewşenbîr e. Ji bo fêmkirina Akîf divê Safahat baş were xwendin û têgihêştin."
Serokwezîr Davutoglu diyar kir ji bo ku em wekî milet xwedî tesewira şaristaniyeke dûdirêj bin û ji bo ku em nirxên xwe yên ku em pê biqîmet dibin, dewrî zaroyên xwe bikin, divê em Akîfê merhûm rêzik bi rêzik bixwînin û têbigehêjin.
Davutoglu 94emîn salvegera pejirandina Sirûda Îstiqlalê ya li TBMMyê pîroz kir.