ANKARA
HDPyê daxuyaniyek da û da zanîn ku di hevdîtina ku duh bi Arîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan re hat kirin de navên kesên ku dê di lijneya şopandinê de cî bigirin, nehat rojevê.
Partiyê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku lijneya ku ji Cîgirseroka Koma HDPyê Pervîn Bûldan û Parlementerê Stenbolê Sirri Sureyya Onder pêk tê, di çarçoveya têkiliyên ku ji bo Pêvajoya Çareseriyê tên kirin de duh êvarê bi Arîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan re li TBMMyê hevdîtinek kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Lijneya me di hevdîtinê de nêrîna xwe ya wekî divê demildest lijneya şopandinê bê avakirin û ev pêşniyaza xwe ragihand aliyê hikûmetê. Lê belê di hevdîtinê de navên kesên ku di çapemeniyê de tê îdiakirin, nehatine rojevê."