Polîtîka

Di navbera Tirkiye û Qeterê da danezana hevpar û peyman hatin îmzekirin

Zafer Fatih Beyaz  | 22.10.2025 - Rojanekırın : 23.10.2025
Di navbera Tirkiye û Qeterê da danezana hevpar û peyman hatin îmzekirin

Ankara

 Di hizûra Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Mîrê Qeterê Şêx Temîm bîn Hamed Al Sanî da Danezana Hevpar a Civîna 11emîn a Komîteya Stratejîk a Payebilind û di hin qadan da peyman hatin îmzekirin.

Piştî civînên yek bi yek û heyetî yên li Dîwana Mîrektiyê, Serokomar Erdogan û Mîrê Qeterê Şêx Al Sanî serokatiya Civîna 11emîn a Komîteya Stratejîk a Payebilind a Tirkiye û Qeterê kir.

Dû civînê di hizûra Erdogan û Al Sanî da merasima îmzeyê ya peymanên navbera her du welatan hat lidarxistin.

 - Serokomar Erdogan bi Mîrê Qeterê Şêx Temîm Al-Sanî ra civiya

Di hevdîtina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Mîrê Qeterê Al Sanî da têkiliyên dualî û mijarên herêmî û kurewî hatin gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniya li ser hesabê NSosyalê ya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê, Serokomar Erdogan di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya li Qeterê da bi Mîrê Qeterê Şêx Temîm Al-Sanî ra civiya.

Hat diyarkirin ku di hevdîtina Serokomar Erdogan û Mîrê Qeterê Al-Sanî da têkiliyên dualî û mijarên herêmî û kurewî hatin gotûbêjkirin.

Li gor agahiyan Serokomar Erdogan di hevdîtinê da diyar kir ku agirbesta li Xezeyê bêhna Filistîniyan rehet kiriye û çareseriya dudewletî çareseriya tekane ya pirsgirêka Îsraîl û Filistînê ye.

Serokomar Erdogan di hevdîtinê da diyar kir ku Tirkiye wê bi biryardarî piştgiriyê bide pêvajoya vejîna Sûriyeyê û bi Qeterê ra bi taybetî jî li Sûriyeyê wê hevkariya xwe bidomîne.

Li gor agahiyan Serokomar Erdogan di hevdîtinê da got ku dixwazin bi Qeterê ra têkiliyên xwe bi taybetî di warên eskerî, pîşesaziya parastinê, enerjî, bazirganî û veberhênanê da hê pêşva bibin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.