Li Diyarbekirê di dema mitînga HDPyê de teqîn çêbû.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin mitînga HDPyê ya li Qada Îstasyonê piştî teqîna tê texmînkirin ku ji ber trafoyê çêbû hat betalkirin.
Hat dîtin ku komekê bertek nîşanê wesayîta ku hat qada mitîngê û Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş tê de bû da, ji ber rageşiya ku derket wesayîta ku Demirtaş tê de bû ji qadê dûr ket.
-"Di teqînê de 2 kes mirin"
Wezîrê Xurek, Çandinî û Ajalvaniyê Mehdî Eker bi Wezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz û Walî Huseyîn Aksoy re li Midûriya Ewlehiyê civîna çapemeniyê li dar xist û got ku "Di mitînga HDPyê ya li Qada Îstasyonê li pêy hev du teqîn çêbûn. Di encama teqînê de mixabin, 2 welatiyên me, hemşehriyên me mirin. Em dizanin ku ji 100î jor birîndar hene."
Wezîr Eker wiha got: "Birîndar li Nexweşxaneyê tên dermankirin. Ekîbên lêkolîna cihên bûyerê niha ji bo ku bûyerê derxînin holê xebateke berfireh dikin. Ev ne tenê êrîşekî li ser welatiyên me yên ku li Qada Îstasyonê mitîngê dikin e, ev bi awayekî eşkere êrîşeke kirêt û namerdane ya ser atmosfera demokrasî, aramî û ewlehiyê ye."
Eker diyar kir her ku der barê teqînê de agahiyek bi dest xistin dê wan bi raya giştî re parve bikin û wiha axivî: "Li ber avahiya trafoyê teqînek çêdibe, agahiyên ewil dibêjin ku ev ji ber tupekî çêbûye. Piştî çend deqîqeyên de li 50 metro wêdetir teqîneke duyemîn çêdibe."
-Agir bi wesayîtên polêsan xistin
Di vê navberê de komên ku ji Qada Îstasyonê belav bûn li Taxa Ofîsê bi kevir û kuçikan êrîşî ekîbên polêsan ên ku tevdîrên ewlehiyê digirtin kirin. Ekîbên polêsan bi ava tazyîk û gaza îsotê mudaxeleyî wan kir.
Hat ragihandin ku di dema bûyeran da wesayîteke polêsan hat şewitandin û di hin wesayîtan da jî xisar çêbû.
Hin kesan bi keviran êrîşî buroya li Taxa Ofîsê ya Parlementera AK Partiyê ya Diyarbekirê Oya Eronatê kirin. Alîgirên partiyê yên ku di buroyê da bûn demekê di hûndir da mehsûr man. Di buroya hilbijartinê da zirar çêbû.
Walîtiyê ji ber bûyerên ku derketin maseya qeyranê amade kir. Hat ragihandin ku sedema teqînê yê piştî lêkolînên di trafoyê da yên ku ekîbên Lêkolînên Dewsa Bûyerê ya Midûriyeta Ewlekariyê bike, eşkere be.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê teqînê de ji Wezîrê Karên Navxweyî Ozturk, Wezîrê Xurek, Ajalvanî û Çandiniyê Eker û Walî Aksoy agahî sitandin.
-Serokwezîr Davutoglu: "Em li hember provokasyonan hişyar bin"
Serokwezîr Ahmet Davutoglu der barê teqînê de wiha got: "Îro li Diyarbekirê bûyereke gelekî dilsoj qewimî. Ev bûyer jî nîşan dide ku hin aliyên dixwazin ku nehêlin hilbijartinên li Tirkiyeyê bi hêsanî bên kirin û astengiyan derxînin hene. Dê bi berfirehî lêkolîn bên kirin ka gelo bi rastî jî qezayek e an êrîşek e û heke êrîşek be teqez dê berpirsyarên wê bên dîtin."
-Bi eqlêselimî tevbigerin
Serokwezîr Davutoglu wiha got: "Min wek Serokwezîr çawa li hember êrîşa ser AK Partiyê bi awayekî herî tund bertek nîşan dabe; em êrîşa li ser MHPyê jî, ya li ser CHPyê jî, ya ser HDP û HUDAPARê jî şermezar dikin, ji bo wê kîjan bergirî hewce bike digirin." û wiha axivî: "Gelek girîng e ku ji ser bûyera ku îro li Diyarbekirê qewimî tu îstismar neyên kirin. Ez li hember bûyerên manend û tehrîkkirina endamên partiya me bangî we hemûyan dikim ku bi eqlêselimî tevbigerin. Min kêliyek berê niha bi Walî Beg re xeber da, telîmatên ku hewce dike da. Ez ji vir bangî hemû Tirkiyeyê bi taybetî bangî birayên xwe yên diyarbekirî dikim: Ji kerema xwe li hember îstismar û provokasyonan hişyar bin. Divê tu kes vê mijarê provoke neke."