İbrahim Atmaca,Türkan Tosun
04 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2017
ANKARA
Hat ragihandin, Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi îdiaya ku di 2yê gulana 2016an da dema civîna Komîsyona Makezagonê terk kirine, di korîdorên Meclisê da "propagandaya rêxistina terorê kirine", der heqê 19 parlementerên HDPê da fezleke amade kirin.
Li gor daxuyaniya ku ji serdozgeriyê hat dayîn, li Meclisê dema ku di 2ê gulana 2016an da di Komîsyona Makezagonê ya Meclisê da li ser rakirina parêzbendiyên parlemeneran guftûgo dihat kirin Dirayet Taşdemir, Sîbel Yîgîtalp, Çaglar Demirel, Huda Kaya, Ayşe Acar Başaran, Adem Geverî, Mîthat Sancar, Ferhat Encu, Gulser Yildirim, Îbrahîm Ayhan, Garo Paylan, Bedîa Ozgokçe Ertan, Meral Daniş Beştaş, Mahmut Togrul, Ertugrul Kurkcu, Mizgîn Irgat, Saadet Becereklî, Nadir Yildirim û Ziya Pîr civîn terk kir û bi hev ra di lehê Abdullah Ocalanê serkirdeyê PKKya rêxistina terorê ya cudaxwaz da duruşme berz kirin û qaşo sirûda rêxistina xwendin û çûn salona koma partiya xwe. Der heqê wan da bi îdiaya ku "propagandaya rêxistina terorê kirine" cuda cuda fezleke hat amade kirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji bilî fezlekeyên ku ji Wezareta Edaletê ra hatin şandin ku pêşkêşî Meclisê bikin, dosyeyên Nursel Aydogan û Besîme Koncaya ku berî niha parlementeriya wan ket jî hatin veqetandin û ji buroya dozgeriyê ra hat şandin.
- Bûyer
Di civîna 2yê gulana 2016an a Komîsyona Dadgeha Bingehîn a TBMMyê de mijara parezbendiya parlamenteran hatibû axaftin. Dema li ser vê mijarê dihat axaftin komekê terka civînê kiribû û di nav wan de parlamenterên HDPyê jî hebûn. Komê di Avahiyê Têkiliyên Gel a Nû de tililî kiribûn û bi qaşo sirûdê va dirûşmeyên ji bo rêxistina terorê berz kiribûn.
Tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê yên Enqereyê ew kesên ku bi parlamenterên HDPyê re di korîdorên Meclisê de ji bo PKKyê dirûşme berz kiribûn tespît kiribû. Ji bo ku 5 kesên di nav de şêwirmendên parlamenterên HDPyê jî hene bên girtin li Enqere û Diyarbekirê operasyon kiribûn.
Şikbar ji ber propagandaya rêxistina terorê, bi eşkere alîgirî û piştgiriya xwe nîşandanê va dirûşme berzkirinê hatibûn binçavkirin.
Şêwirmendên parlamenterên HDPyê yên wê demê Murat Gokdag, Olcay Çelîk, Muhammed Kaya û Metîn Kumek û Şêwirmendê Navenda Giştî ya HDPyê Zulkuf bi şerta kontrola adlî hatibûn berdan.