23 Îlon 2015•Rojanekirin: 23 Îlon 2015
ŞANLIURFA
Serdozgeriya Komarê ya Şanliurfayê der heqê Parlementerê Şanliurfayê yê HDPyê Îbrahîm Ayhan da bi hinceta "kirina propagandaya rêxistina terorê" lêpirsîn da destpêkirin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, Serdozgeriyê der heqê Ayhan da ji ber ku di hesabê xwe yê twitterê da ji bo PKKyiyên ku di operasyona ji hewayê da hatin kuştin "kirina propagandaya rêxistinê" lêpirsîn da destpêkirin.
Parlementer Ayhan heke di çarçoveya lêpirsînê da sûcdar bê dîtin ji bo destnedayîna li ser wî bê rakirin fezleke yê ku bê amadekirin ji bo ku bişîne Meslisê ewê bidin Midûriyeta Giştî ya Karên Ceza ya Wezareta Dadê.