Polîtîka

Demirê HUDA PARÎ peymana agirbestê ya ku li Xezeyê pêk hat û ketina wê ya rewacê tê payîn, nirxand:

Oğuzhan Sarı  | 09.10.2025 - Rojanekırın : 09.10.2025
Demirê HUDA PARÎ peymana agirbestê ya ku li Xezeyê pêk hat û ketina wê ya rewacê tê payîn, nirxand: İsmail Aslandağ

TBMM

 Cîgirê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Parlamenterê Gazîentabê Şahzade Demir der barê peymana agirbestê ya ku li Xezeyê pêk hat û ketina wê ya rewacê tê payîn da wiha got, "Hemû dinya ji bo garantorî û navbeynkariyê spasdarê Tirkiye, Qeter û Misrê ye."

Demir li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir, li Xezeyê ji 2 salan zêdetir e ku nijadkujî û komkujiyê dewam kir, paşê peymaneke wiha hat îmzekirin û ew pê şa bûn.

Demir destnîşan kir, peyman ji bo pêkanîna pêdiviyan, sekinandina nijadkujiyê, bidawîkirina xelayê, bidawîkirina dagirkeriya Îsraîlê, jinûva avakirina Xezeyê û destûrdayîna alîkariya însanî girîng e û wiha dewam kir:

"Hemû dinya ji bo garantorî û navbeynkariyê spasdarê Tirkiye, Qeter û Misrê ye. Li gorî me jî karekî gelekî girîng kirin. Lê ji bo sepandina peymanê gelek kar û bar dikeve ser milê welatên garantor."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.