ANKARA
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu li Enqerê bi Serokwezîrê Rêveberiya Herêma Kurdistana Îraqê (RHKÎ) Nêçîrvan Barzanî re hat bal hev.
Hevdîtina Wezîrê Karên Derve Davutoglu û Serokwezîrê RHKÎyê li Avahiya Wezareta Karên Derve pêk hat. Rojnamevanan piştî ku dîmen wergirtin hevdîtin ji çapemeniyê re girtî hat kirin.
Serenavên hevdîtinê, pêwendiyên dualî, rûdanên li Îraqê, Sûriye û Misr bû.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatin hildan, ji bo pêşveçûnan vejen di serî de, li ser hevkariya di hemû hêlan hat rawestan. Di hevdîtinê de rûdanên dawî yên tundiyê ku li Îraqê diqewimin, hatin nirxandin. Li ser bûyerên terorî yên ku di demên dawî de zêde bûne jî sekinîn û ji bo çareseriya vê pirsgirekê fikrên xwe ji hev re parve kirin.
Li ser rûdanên ku li Sûriyê diqewin jî hat sekinîn û serdana Serokê PYDê Salîh Muslîm ya Tirkiyeyê jî hat rojevê.
Li gor agahiyan Nêçîrvan Barzanî ji bo pêşeroja Sûriyê peyamên Sûriyeke serbixwe ya demokratîk aniye ziman û di vê mijarê de jî wekî Tirkiyê difikirin.
Di vê hevdîtinê de prensîbên derbarê binpêkirina sînoran, helwesta li dijî teror û tundiyê, bendewarî û pêşaniyên Tirkiyê jî hatin nirxandin.
Der heq bûyerên Misrê û hilbijartinên Îraqê de jî axivîn. Lê hat diyarkirin, pêvajoya çareseriyê ya ku li Tirkiyê didome nehatiye rojevê.
Li gor çavkaniyan hevdîtina Davutoglu û Barzanî gelek xweş derbas bû. Hat gotin ku Nêçîrvan Barzanî ji Mewlana pir hez dike. Davutoglu li ser vê hezkirinê, Mesnewiya Mewlana diyarî Barzanî kir û ew dewetî pîrozbahiyên Şebî Arûsê kir.
Hat diyarkirin ku Nêçîrvan Barzanî dê îro bi Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan re hevdîtinekê pêk bîne.