Nihat Kavşut
06 Adar 2018•Rojanekirin: 07 Adar 2018
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim li Navenda Kongre û Çandê ya Gel ya Beştepeyê di "Merasima Xîmdanînê ya Avahiya Mehkemeya Bilind û Sempozyuma Salvegera 150emîn ya Mehkemeya Bilind" da axivî.
Yildirim di xeberdana xwe da destnîşan kir li derekê heger hesta edaletê zirarê bibîne pêşeroja dewletê jî dikeve talûkeyê û got ku edalet temînata azadiyên însanî, aştiya civakî û yekîtiya gel e.
Serokwezîr Yildirim destnîşan kir bi saya keda hiqûqnasên me yên biqîmet di darazê da yekîtî û xebateke serkeftî hat kirin û wiha got: "Di tevahiya teşkîlatê da tevî FETOyê îradeya têkoşîna dijî rêxistinên terorî xurt bû. Darazê elemanên xirab ji nav xwe paqij kirin û bû yekwicûd. Bêguman bi têkoşîna piştî hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê daraz ji wesayeta rêxistinê derket."