Polîtîka

Danezana MGKê: Xebatên bi awayekî tam û mayînde dawîlêanîna terorê hatin guftûgokirin

Merve Yıldızalp Yormaz  | 26.11.2025 - Rojanekırın : 27.11.2025
Danezana MGKê: Xebatên bi awayekî tam û mayînde dawîlêanîna terorê hatin guftûgokirin

Ankara

Di danezana Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) da hat diyarkirin ku di çarçoveya hedefa "Tirkiyeya Bêteror" da bi awayekî tam û mayînde dawîlêanîna terorê û xebatên ku ji bo xurtkirina piştevanî û yekîtiya me ya neteweyî bi piralî hatin guftûgokirin, hat destnîşankirin ku di pêşeroja herêma me da cihê tu tezahûrên şîdet û terorê tune.

Piştî civîna Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî (MGK) ya ku bi Serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê hat kirin danezan hat weşandin.

Li gor danezana ku ji ser hesabê çapemeniya civakî ya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê hat parvekirin di civînê da der barê fealiyetên ku di serî da PKK/KCK-PYD/YPG, FETO û DEAŞa rêxistinên terorê dijî her cure tehdîd û xetereyên dijî yekîtiya neteweyî û bihevrabûnê li nav welêt û dervayî welêt bi biryardaqrî û serkeftî tên kirin û geşedanên navneteweyî yên van demên dawîn diqewimin da agahî dan Lijneyê.

Di danezanê da hat gotin ku "Di çarçoveya hedefa "Tirkiyeya Bêteror" da bi awayekî tam û mayînde dawîlêanîna terorê û xebatên ku ji bo xurtkirina piştevanî û yekîtiya me ya neteweyî bi piralî hatin guftûgokirin, hat destnîşankirin ku di pêşeroja herêma me da cihê tu tezahûrên şîdet û terorê tune.Kêfxweşiya ji ber ki cîranê me Sûriyeyê zehmetî û tengasiyên rû bi rû ma çareser kir û gihaşt pozîsyona navneteweyş ya heq dikir û pêşketina wî ya di mijara piştgiriya dide îstiqrara herêmî anîn ziman û hat diyarkirin ku Tirkiye dê piştgiriya xwe ya ji bo aramî, gumrahî, refah û ewlehiya hemû aliyên gelê Sûriyeyê bidomîne."

Di danezanê da hat diyarkirin ku agirbesta ku li Xezeyê hat pêkanîn û Tirkiye jî yek ji mîmarên wê ye ji bo dawîlêanîna komkujiya li herêmê heyatî ye û nirxandina "digel vê hat destnîşankirin ku birêvebiriya Îsraîlê ya ku agirbestê îxlal dike demildest dawî li îxlalên xwe bîne û berpirsyariyên xwe berpirsyariyên xwe bi cî bîne. Tirkiye wekî tesîskirina agirbestê amade ye ku di pêvajoya berdewam da jî li mekanîzmayên ku dê li Xezeyê bibin temînata aştî û îstiqrarê berpirsyariyê hilde ser xwe û piştgiriyê bide hewldanên ji bo avakirina Xezeyê."

Di danezanê da ev hatin gotin:

- "Geşedanên li Sudanê diqewimin hatin nirxandin, piştgiriya me ya ji bo yekîtiya axê û desthilatdariya welêt hat teyîtkirin û ji bo kuqetlîamên sivîlên mesûm rû bi rû dimînin demildest bên rawestandin û pêngavên ku ji bo dawîlêanîna pevçûnên li welêt di serî da welatên li herêmê bangî hemû aktorên navneteweyî kirin ku di nav hevkariyê da tevbigerin.

Rewşa dawîn a Şerê Rûsya-Ukraynayê hat nirxandin, hember geşedanên ku xetereya zêdebûna şer îşaret dikin da girîngiya lêgerînûn çareseriya dîplomatîk hatin destnîşankirin ku hat ragihandin ku dê Tirkiye ji bo tesîskirina aştiya adil û mayinde hewldanên xwe yên bi hevkarên navneteweyî ra bidomîne. "

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın