Polîtîka

Civînên Sêalî yên Tirkiye-DYA-Ukrayna û Tirkiye-Rûsya-Ukrayna ewê îro bên lidarxistin

Can Efesoy  | 16.05.2025 - Rojanekırın : 16.05.2025
Civînên Sêalî yên Tirkiye-DYA-Ukrayna û Tirkiye-Rûsya-Ukrayna ewê îro bên lidarxistin

Ankara

 Civîna Sêalî ya Tirkiye-DYA-Ukrayna û Civîna Sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Ukrayna ewê îro li Stenbolê bên lidarxistin.

Lİ gorî agahiya ku ji çavkaniyên Wezareta Karên Derva hat sitandin, Civîna Sêalî ya Tirkiye-DYA-Ukraynayê ewê saet 10.45an li Nivîsgeha Xebatê ya Dolmabahçeyê bê lidarxistin.

Civîna Sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Ukraynayê jî ewê saet 12.30î li heman cihî bê lidarxistin.

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Rubîo hat Stenbolê

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Marco Rubîo ji bo mizakereyên Rûsya û Ukraynayê ku bi mazûvaniya Tirkiyeyê tên kirin, hat Stenbolê.

Rubîo û heyeta pê ra bi balafirê di saet 9.30yî da hatin Balafirgeha Stenbolê.

Serkonsolosa Stenbolê yê Amerîkayê Julîe A. Eadehê pêşwaziya Rubîo û heyeta wî kir.

Civîna Sêalî ya Tirkiye-Amerîka-Ukraynayê wê îro li Ofîsa Dolmabahçeyê ya Serokomariyê di saet 10.45an da bê lidarxistin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın