Polîtîka

Civîna Sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Ukraynayê wê bi serokatiya Wezîr Fîdan di saet 13.00î da dest pê bike

Tuğba Altun  | 02.06.2025 - Rojanekırın : 02.06.2025
Civîna Sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Ukraynayê wê bi serokatiya Wezîr Fîdan di saet 13.00î da dest pê bike

Ankara

Tê payîn ku civîna heyetên di navbera Tirkiye-Rûsya-Ukraynayê wê bi serokatiya Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan di saet 13.00î da dest pê bike.

Li gorî çavkaniyên Wezareta Karên Derva tê payîn ku Civîna Sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Ukraynayê wê di saet 13.00î da dest pê bike.

Wezîrê Karên Derva Fîdan wê serokatiya civînê bike û tê payîn ku Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin jî beşdarî civînê bibe.

Di heyeta Rûsyayê ya ku wê beşdarî civînê bibe da Vladîmîr Medînskîyê Mişawîrê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn, Alîkarê Wezîrê Karên Derva Mîhaîl Galuzîn, Alîkarê Wezîrê Parastinê Aleksandr Fomîn û Serokê Midûretiya Sereke ya Serokatiya Sererkaniyê Îgor Kostyukov cî digirin.

Di heyeta Ukraynayê da jî Wezîrê Parastinê Rustem Umerov, Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Ukraynayê Sergîy Kyslytsya, Alîkarê Serokê Serwîsa Ewlehiyê ya Ukraynayê (SBU) Oleksandr Poklad û Alîkarê Serokê Serwîsa Îstixbarata Derva Oleh Luhovskyî cî digirin.

- Tirkiyeyê piştî 3 salan her du aliyan li ser heman maseyê civand

Piştî şerê xwînî yê ku di Sibata 2022yan da dest pê kir, Tirkiyeyê di heman salê da hem li Antalyayê û hem jî li Stenbolê Rûsya û Ukrayna li ser heman maseyê civandibû.

Tirkiyeyê piştî 3 salan di Gulana 2025an da dîsa heyetên Rûsya û Ukraynayê li Stenbolê li ser heman maseyê civandibû.

Mizakereyên di navbera Rûsya û Ukraynayê da li Ofîsa Xebatê ya Dolmabahçeyê ya Serokomariyê ya li Stenbolê di 16ê Gulanê çêbûbûn.

Di mizakereyan da her du aliyan li hev kiribû ku li hemberî 1000 kesî 1000 kes ên ku dîl hatine girtin bên berdan, fikrên der barê agirbestê da bi hûrgilî bên pêşkeşîkirin û mizakere bên domandin.

Her du welatan daxuyandibûn ku pevguhertîna dîlan di 25ê Gulanê da temam bûye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.