Polîtîka

Civîna Grûba Xebatê ya Sûriyeyê ya Tirkiye-DYAyê wê îro li Washingtonê bê kirin

Sümeyye Dilara Dinçer  | 19.05.2025 - Rojanekırın : 20.05.2025
Civîna Grûba Xebatê ya Sûriyeyê ya Tirkiye-DYAyê wê îro li Washingtonê bê kirin

Ankara

Civîna Grûba Xebatê ya Sûriyeyê ya Tirkiye-DYAyê wê îro li paytextê DYAyê Washingtonê bê kirin.

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Wezareta Karên Derva hatin hildan, wê civîn bi hevserokatiya Alîkarê Wezîrê Karên Derva Nuh Yilmaz digel Hemtayê wî yê Amerîkî Christopher Landau li gor formata nav saziyan bê kirin.

Tê payîn ku di civînê da li ser pêşaniyên polîtîkayên Tirkiye û Amerîkayê yên Sûriyeyê bê rawestin, mijara derfetên hevkariyê yên ji bo li Sûriyeyê pêkanîna ewlehî û îstiqrarê bên nîqaşkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.